3yemîn Festîvala Fîlman a Amedê, di roja xwe ya duyemîn de bi bernameya xwe ya berfireh a 84 fîlman, sînemahez bi çîrokên ji cografyayên cihêre anîn cem hev.
3yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê, ku di bin mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi rêveberiya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê tê lidarxistin, bi bernameyeke xurt didome. Festîvalê, ku bi dirûşma “Dinya bi Çîrokan Tê Cem Hev” 84 fîlman tîne pêş temaşevanan, piştî vekirina xwe ya bi heybet a duh, di roja duyemîn de 13 fîlmên dewlemend bi sînemahezan re parve kir.
Bi belgefîlma Kardeş Turkuler re ku wekî fîlma vekirinê hat nîşandan, bi sedan temaşevanên ku duh salon tije kirin, şahî û kelecana vekirina festîvalê di bernameya roja duyemîn de jî domandin. Sînemahezên ku di salonên Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê de cih girtin, bi fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlman re derfet dîtin ku li fîlmên tematîk ên berfireh temaşe bikin, yên ku ji çîrokên mirovan bigire heta bîranîna civakî, ji koçberiyê heta berxwedanê, ji cihêrengiya çandî heta veguherînên takekesî dirêj dibin.
Di roja duyemîn a festîvalê de, Sînemahez bi fîlma Zalava ya ku veguherîna hundirîn a takekesî û fîlma Ra ya ku çanda Elewiyan vedibêje, şahidî li temayên xurt kirin.
Fîlma Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû, ku çîrokên mirovên ku piştî şerê Efrînê neçar man koçî Almanyayê bibin, mijar kir, ji aliyê temaşevanan ve gelek hat ecibandin.
Festîval tevahiya rojê bi fîlmên bi navên Pîrebok (ku ji aliyê Lutfî Îrdem ve hatiye çêkirin), Beriya Şevê (ku vegotineke di nava şeveke absûrd û helbestî de derbas dibe) û Ido, Pel'e, Aysha, It Was Just an Accident, My Name Is Hope, Kawyar, Salt Sellers, Ezmûn berdewam kir.
Piştî nîşandana fîlman, plaketên festîvalê pêşkêşî derhêner û hilberîneran hatin kirin û derhênerên fîlman jî dîtinên xwe anîn ziman.
Festîval ne tenê bi nîşandana fîlman sînordar e
Festîval ne tenê bi nîşandana fîlman sînordar e; bi bernameya xwe ya yekgirtî ku bi hevpeyvîn, atolye û çalakiyên hunerî dewlemend bûye, ji bo jiyana çand û hunerê ya Diyarbekirê xizmeteke girîng pêşkêş dike.
