Li DÎSMEK’ê ji muzîkê heta tekstîlê di 15 beşan de perwerde

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di bin banê Kursên Huner û Perwerdeya Pîşeyî (DÎSMEK) de, di 15 beşên cûda yên wekî mûzîk, tekstîl, wêne, kuaforî û kevirbiriyê (nexşandina kevir) de perwerdeya pîşeyî dide 274 kesan.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi armanca zêdekirina jêhatîbûna pîşeyî ya welatiyan û beşdariya wan a hilberînê, xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, li navendên DÎSMEKê yên li Parka Gola Sûnî (Goletlî Park) û Sumerparkê ku girêdayî Midûriyeta Şaxa Fêrbûna Dirêjejiyanê ne, di gelek qadan de perwerde dest pê kirin.

Ji aliyê mamosteyên pispor ve ji bo 274 welatiyên di navbera 16-65 salî de; di beşên muzîk, kuaforî, lênêrîna çerm, neqişandina kevir, tekstîl, sêwirana modayê, karên destan, çêkirina pêlîstokên darîn, wêne (hunerên dîtbarî), hunerên bedew (muzîk), amadekarîya zanîngehê, deng, tembûr, hûnandina sepetan û çêkirina pêlîstokên dagirtî yên ji kulav perwerde tên dayîn. Perwerde her rojên hefteyê didomin û dê piştî 3 mehan bi dawî bibin.

Beşdariya ji bo îstihdamê

Midûra Şaxa Fêrbûna DirêjeJiyanê Serap Çapraz der barê kursan de agahî da û diyar kir ku perwerdeyên li seranserê salê tên dayîn, derfetê didin kursiyeran ku hunerên xwe pêş bixin. Çapraz wiha got:

“Wek Midûriyeta Şaxa Fêrbûna Temamê Jiyanê, em di çarçoveya kursên perwerdeya pîşeyî de xizmetê didin kesên ji 15 salî mezintir. Di kursên me de em xebatên pîşeyî yên wekî tekstîl, lênêrîna çerm, kuaforî, karên destan, tembûr, perwerdeya deng, neqişandina kevir û hûnandina sepetan dimeşînin. Armanca me ew e ku jin û ciwan di vê qadê de xizmetê bibînin. Ev kurs hem jêhatîbûna civakî ya kesan zêde dikin hem jî bi awayekî nerasterast be jî ji bo îstihdamê beşdariyê dikin.”

Pîşeyên ku ber bi jibîrbûnê ve diçin tên zindîkirin

Çapraz anî ziman ku ew di atolyeyên neqişandina kevir û hûnandina sepetan de xebatan dimeşînin da ku pîşeyên li ber jibîrbûnê ne cardin zindî bikin.

‘Ji bo xwe pêş bixim cihê herî baş vir e’

Kursiyer Esmanur Tanla diyar kir ku ew bi armanca hobiyê hatiye navendê û got: “Em tên vir da ku berhemên hunerî yên li ber jibîrbûnê ne pêş bixin û bigihînin roja îro. Li vir em xebatên sepetan dikin û hewl didin jêhatîbûna destên xwe pêş bixin. Her wiha ez li vir têm kursa kuaforiyê jî. Ez difikirim ku ji bo xwe pêş bixim cihê herî baş vir e.”

‘Gelek tiştên nû li me zêde kirin’

Kursiyera modelîstiyê Cemile Çetinkaya jî destnîşan kir ku ew li navendê beşdarî gelek perwerdeyan bûye û wiha axivî: “Ez ne tenê li polê modelîstiyê, li vir hatim gelek kursan, gelek tişt li me zêde kirin. Em dikarin qalibê modela ku em dixwazin derxînin; di heman demê de em dikarin bidirûn, li xwe bikin û li kesên din bikin. Jîngeha pola me û mamosteyên me pir baş in. Jixwe cilûberg qada min a taybet e, sînorê fêrbûnê tune ye, di cilûbergan de qet sînor tune; modayeke ku her tim diguhere heye. Vir gelek tiştên nû li me zêde kirin. Em teoriya kar hîn dibin.”

‘Di dirûnê de ez fêrî derxistina qaliban bûm’

Kursiyer Umît Ozmen jî diyar kir ku piştî teqawidbûnê beşdarî kursê bûye û hestên xwe wiha anî ziman: “Min ev neqş 40 sal berê çêkiribû, li vir fersenda nirxandinê ket destê min. Mamosteya me di warê dirûnê de derxistina qaliban fêrî me kir, em dirûnê jî dikin. Dema ez li malê rûdinim xwe baş hîs nakim, li vir dema xwe didim dirûnê ji aliyê psîkolojîk ve xwe baştir hîs dikim.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31