Hevşaredaran bi komîsyona têkiliyên derve ya Şaredariya Parîsê re hevdîtin kir

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Fransayê de, bi endamên Komîsyona Têkiliyên Derve ya Şaredariya Parîsê re hevdîtinek kirin.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, di çarçoveya têkiliyên xwe yên li bajarê Parîsê yê Fransayê de, bi endamên Komîsyona Têkiliyên Derve ya Şaredariya Parîsê re civiyan. Gultan Kişanak, Hevşaredara berê ya ŞBM'ê, jî beşdarî vê serdanê bû.

Di hevdîtinê de, heyeta ŞBM'ê bal kişand ser girîngiya gavên ji bo xurtkirina piştevaniya û parvekirina tecrûbeyên dualî di navbera her du bajaran de. Geneviève Garrigos, Endama Komîsyona Têkiliyên Derve ya Şaredariya Parîsê, jî anî ziman ku ew ji bo pêşxistina hevkariyên demdirêj û berdewam bi Amedê re vekirî ne.

Hevşaredar dê protokolê îmze bikin

Hevşaredar, di çarçoveya têkiliyên xwe de, dê di rojên pêş de bi Şaredariya Rennesê re protokola xwişk-bajarî îmze bikin û beşdarî geştek teknîkî ya derbarê rêveberiya bermahiyên zexm de bibin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31