Daxwazên ji bo îmtîhanên hilbijartina Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) dest pê kirin.
Ji bo ku di Midûriyeta Şaxa Şanoyê de, ku di bin serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dixebite, werin wezîfedarkirin, dê îmtîhanek ji bo wergirtina 23 lîstikvanên stajyer û 3 xebatkarên sepanê yên sehnê yên stajyer were lidarxistin. Serlêdanên têkildarî îmtîhanên ku dê di navbera 27-28ê Kanûnê de werin lidarxistin, ji 10ê Kanûnê saet 08.00an dest pê kirin û dê di 24ê Kanûnê saet 17.00an de bi dawî bibin.
Pêwîst e ku di dosyayên serlêdanê yên berendam de kurtejiyanek (CV) herî zêde du rûpelî, du wêne, kopiyek nasnameyê, kopiyek dîplomaya ku ji hêla noter ve hatiye pejirandin û rapora tenduristiyê hebe.
Serlêdan dikarin bi rêya posteyê an jî serhêl (online) werin kirin.
Serlêdanên bi rêya posteyê, bi navnîşana “Sezai Karakoç Kültür ve Kongre Merkezi, Yenişehir Mahallesi, İstasyon Caddesi No: 65” û serlêdanên serhêl jî, dikarin bi rêya lînka isbasvuru.diyarbakir.bel.tr werin kirin.
Werger: Omer Dilsoz
