Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî merasîma xelatdayînê ya Weqfa Danielle Mitterrand bûn.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî Merasîma Xelata Danielle Mitterrand bûn ku li Académie du Climat a li Parîsa paytexta Fransayê, hat lidarxistin. Xelata îsal, ku ji bo civakên ku li herêmê têkoşîna demokrasiya herêmî, azadiya jinan û jiyana ekolojîk didomînin, hat dayîn, bi temsîlî ji Hevşaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Ekolojiyê ya Amedê re hat pêşkêşkirin.
Hevşaredar Bucak: Têkoşîna Demokrasiyê Bi Biryardarî Didome
Hevşaredar Serra Bucak di merasîmê de axivî û bal kişand ser tecrûbeya demokrasiya herêmî ya siyaseta Kurd. Hevşaredar Bucak diyar kir ku kevneşopiya têkoşîna demokratîk a ku di salên 90’î de dest pê kiriye, di sala 1999’an de li rêveberiyên herêmî derbasî qonaxeke nû bûye û anî ziman ku xwedîderketina gelê Kurd li şaredariyan demokrasiya xwecihî xurt kiriye.
Bucak destnîşan kir ku şaredariya Kurd bi aliyên xwe yên azadîxwaziya jinê, beşdarbûnê û civakparêziyê ve derdikeve pêş û got, ev têgihiştin li hember şaredariya sîstemê ya li Tirkiyeyê, di cihekî cuda de ye.
Hevşaredar Bucak her wiha destnîşan kir ku tevî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên zêdeyî sedsalekê, gelê Kurd têkoşîna xwe ya demokrasiyê didomîne û got, ev têkoşîn îro jî bi heman biryardariyê berdewam dike.
Hevşaredar Hatun: Li Enstîtuyê Ji Bo Zimanê Me Xebat Tê Meşandin
Hevşaredar Dogan Hatun jî bal kişand ser têkoşîna ziman û çandê û bi bîr xist ku dema zimanê Kurdî li Tirkiyeyê qedexe bû, dewleta Fransayê bi destûrdayîna avakirina Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve li zimanê Kurdî xwedî derketiye. Hevşaredar Hatun wiha got:
“Bi salan e li vê enstîtuyê ji bo zimanê me xebateke mezin tê meşandin. Gelek rewşenbîrên me ji bo çand û hunera me li derveyî welêt ked dan û didin. Ez ji vir Yilmaz Guney û Ahmet Kaya bi rêzdarî bi bîr tînim. Em dixwazin rewşenbîr û hunermendên xwe li welatê xwe bibînin.”
Hevşaredar Hatun herî dawî diyar kir ku sepana qeyûman xizmetên çandî û xebatên ziman têk biriye.
Werger: Omer Dilsoz
