Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBM) Serra Bucak û Dogan Hatun, di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Fransayê de, bi senatorên Partiya Komunîst û Koma Xebatê ya Kurd a Parlamentoya Fransayê re hatin cem hev û bal kişandin ser wêraniyên ku sepandina qeyûman çêkirine.
Hevserokên ŞBMyê Serra Bucak û Dogan Hatun, yên ku têkiliyên xwe li Fransayê didomînin, ligel Endama Meclîsa ŞBM Emîne Akin û Hevseroka berê ya ŞBM Gultan Kişanak, pêşî bi Senatorên Partiya Komunîst a Fransayê Michelle Greaume û Pascal Savoldelli re li avahiya Senatoyê hevdîtinek pêk anîn.
Di hevdîtinê de, li ser geşedanên rojane yên li Tirkiyeyê, bandora pêvajoyê li ser rêveberiyên herêmî, xurtkirina hevkariyê û projeyên hevpar hatin nîqaşkirin.
Hevserok Bucak: Demokrasiya Herêmî Ji Holê Hate Rakirin
Hevserokan, paşê li Parlamentoya Fransayê bi Serokê Koma Xebatê ya Kurd a ku ji aliyê partiyên Fransa ya Sernegûnî (La France Insoumise) û Keskan ve hatî avakirin, Thomas Portes, û endamên komîsyonê Danielle Simonet û Marie Pochon re hatin cem hev.
Hevserok Bucak, di axaftina xwe ya di civînê de, diyar kir ku sepandina qeyûman demokrasiya herêmî ji holê rakiriye û di xizmetên bajêr de bûye sedema kêmasiyên cidî. Hevserok Bucak destnîşan kir ku şaredariyan di heyama 8 salan de di warên binesazî, veguhastin, polîtîkayên civakî, jin, ziman û çandê de tu veberhênan nekirine. Bucakê herwiha got ku rêveberiyên qeyûman tevî ku veberhênan nekirine jî, şaredarî di bin barê deynên mezin de hiştine û dema rêveberiyên herêmî ji nû ve hatine wergirtin, di kaseyên wan de kêmasiyên mezin hatine dîtin.
'Îradeya Gel Hate Bêbandorkirin'
Hevserok Bucak anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman di sala 2016an de, tevlêbûna demokratîk, civaka sivîl û îradeya gel hatiye bêbandorkirin, û ev yek ji bo bajêr "bêedaletiyeke mezin" û wekî "sûcê bajêr" e.
Hevserok Bucak diyar kir ku tevî hemû zextan jî, xebatên dîplomasî û piştgirîya herêmî bi şaredariyên li Ewropayê re didomînin. Bucakê ragihand ku bi perspektîfên antî-kapîtalîst, ekolojîk û wekhevîxwaz re, ev gelek sal in xebatên hevpar têne meşandin.
'Hevkarî Dê Derfetên Nû Biafirîne'
Hevserok Bucak da zanîn ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê bi Şaredariya Rennesê re protokola bajarê xwişk (xwişkeşar) îmze bike. Bucakê got ku ev hevkariyî dê hem di xizmetên bajarî de hem jî di warê dîplomasiya gel de derfetên nû biafirîne û xebatên bi vî rengî bi rêveberiyên herêmî yên welatên wekî Fransa û Meksîkayê re jî dikarin werin berfirehkirin.
'Em Dixwazin Têkiliyên Dîplomatîk Pêş Bikevin'
Hevserok Dogan Hatun jî got ku gava ew di sala 2024an de hatin hilbijartin, yekem kesê ku serdana wan kir Balyozê Fransayê bû. Hevserok Hatun diyar kir ku serdanan moral dane gel û wan, û wiha axivî:
"Em her dem dixwazin ku ev têkiliyên dîplomatîk pêş bikevin. Hem di warê çandî û hunerî de, hem jî di warên siyasî û teknîkî de. Têkiliyên Kurd û Fransayê ji mêj ve xurt bûn û em hêvî dikin ku ji niha û pê ve hê bêtir xurt bibin."
Hevserok Hatun bal kişand ser veberhênanên ku di dema qeyûman de li bajêr nehatine kirin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
