Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên ku di 6 mehên dawî de li navenda bajêr hatine meşandin de, rêyên ku bi salan xizmet nedîtibûn nû kirin û tora veguhastinê xurt kirin. Di çarçoveya xebatan de, li ser tora rêyên 41,10 kîlometreyî, bi giştî 169 hezar û 825 ton asfalta germ hat raxistin; di heman demê de rêyên heyî hatin nûkirin û li qadên avakirina nû (îmar) binesaziya veguhastinê hate çêkirin.
Serokatiya Daîreya Çêkirin, Parastin û Tamîrkirina Rêyan, kolan û bulvarên ku li seranserê bajêr û navçeyên gundewarî ji ber şert û mercên hawîrdor û hewayê xirab bûbûn, bê xwedî mabûn û konfora ajotinê neyînî bandor kiribûn, nû kirin û xistin ber xizmeta welatiyan.
Di çarçoveya xebatên çêkirin, parastin û tamîrkirina rêyan ên di 6 mehên dawî de li navenda bajêr hatine meşandin de, li navçeyên Rezan, Yenîşar û Kayapinarê de, nûkirineke berfireh li kolan û bulvarên ku bi salan xizmet nedîtibûn, pêk hat. Vê nûkirinê, kolanên wek: Emek, Aydın Aslan, Cengizler, Medine, Barış, Cezer, Ahmet Bilgin, Turgut Özal, Kütüphane, Lezgin Avcı, Teğmenler, Öğretmenler, Sunay, Şehitlik, Sezai Karakoç, Mehmet Akif Ersoy, Alipınar, Yaradankulu, Aziz Mahmutoğlu, Înaloğlu, İstasyon, Kışla, Hintli Baba, Büyük Alp, Akkoyunlu, Yaşar Kemal, Gevran, Elazığ, Qibrîs (Kıbrıs), TOKİ Kolana 1., TOKİ Kolana 2., Kayapınar, Mesut Yılmaz, Mastfroş, û bulvarên Selahaddîn Eyyûbî, Mûsa Anter, Abdulkadir Aksu û Firatê, girt ber xwe.
Di çarçoveya xebatan de, li ser tora rêyên bi dirêjahiya giştî 41,10 kîlometreyî, 169 hezar û 825 ton asfalta germ hat raxistin, bi vî awayî hem rêyên heyî hatin nûkirin û hem jî li qadên avakirina nû binesaziya veguhastinê hate xurtkirin.
'Pêşî Li Rêyên Bê Xizmet Hate Dayîn'
Yusuf Taniş, Midûrê Şaxa Rêyên Bajarî, der barê xebatên nûkirina rêyan de agahî da û anî ziman ku xebat bi demsala havînê re dest pê kirine û li navçeyên navendî, ji bilî raxistina asfalta germ, 35 hezar metreçargoşe xebata peyarê jî meşandine. Taniş got, "Berî ku em dest bi xebatên xwe bikin, tîmên me yên teknîkî li qadê lêkolînên pêwîst kirin, tespît kirin û daxwazên welatiyan nirxandin. Me pêşî li tax û rêyên ku demeke dirêj xizmet nedîtibûn da. Me konfora veguhastinê zêde kir, ewlehiya trafîkê peyda kir û rê xistin xizmeta welatiyan."
Rêyên Nexweşxaneya Bajêr Hatine Çêkirin
Taniş destnîşan kir ku wan li herêma Nexweşxaneya Bajêr rêyên avakirina nû (îmar) vekirine û diyar kir ku ew li ber qedandina 5 rêyên îmarê yên nû ne, ku dirêjahiya wan bi giştî 6,5 kîlometre ye.
Bulvarên Selahaddîn Eyyûbî û Firatê
Taniş bal kişand ser xebatên projeyî yên li ser têlên girîng ên bajêr hatine meşandin û bal kişand ser xebatên li Bulvarên Selahaddîn Eyyûbî û Firatê. Taniş diyar kir ku di beşa di navbera Rêya Rihayê (Şanlıurfa) û Kolana Ahmet Arif de ya Bulvara Selahaddîn Eyyûbî de, laşê rê bi temamî ji nû ve hatiye avakirin, asfalt di du tebeqeyan de hatiye raxistin, peyarê, sîstemên ronahiyê û darçandin hatine temamkirin.
Herwiha, Taniş anî ziman ku di beşa di navbera stadyûm û Rêya Derdorê de ya Bulvara Firatê de, xirabûn hatine rastkirin, laşê rê hatiye xurtkirin, xebatên peyarê, ronahiyê û darçandinê hatine temamkirin û rê xistiye xizmeta welatiyan.
Xebateke Berfireh Tê Kirin
Taniş destnîşan kir ku di sala 2026’an de xebatên nûkirina asfalt, peyarê û rêyan wê berdewam bikin û rêyên îmarê yên nû vebûne wê bên asfaltkirin û xistin xizmetê. Herwiha, Taniş got ku wê di beşa Bulvara Firatê ya di navbera Kolana Diclekent û Bulvara Mahabadê (Rêya 75 Metre) de jî xebateke projeyî bê meşandin. Taniş got, "Di vê qadê de wê laşê rê û binesazî bê nûkirin; xebatên asfalt, peyarê, darçandin û ronahiyê bên temamkirin û xistin xizmeta welatiyan."
Werger: Omer Dilsoz
Â
