Festîvala Fîlman a Amedê di roja 6emîn de bi eleqeyeke zêde berdewam kir

Festîvala Sînemayê ya Navneteweyî ya 3emîn a Amedê, ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin, di roja xwe ya şeşan de bi berhemên ku ji fîlmên biyografîk heta belgefîlman, ji vegotinên fantastîk heta bîranîna kolektîf dirêj dibûn, sînemahez li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê anîn cem hev.

Festîvala Sînemayê ya Navneteweyî ya 3emîn a Amedê, ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi rêvebiriya Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û SîneBîrê berdewam dike, di roja xwe ya 6emîn de jî bi eleqeya zêde ya temaşevanan dewam kir. Di nîşandanên li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê de, vegotinên cuda yên ji sînemaya Tirkiye û cîhanê bi sînemahezan re hatin cem hev.

Mêtîngerî, Berxwedanî û Têkoşîna Mirovahiyê: Fanon

Yek ji nîşandanên festîvalê yên balkêş, fîlma Fanon bû ku derhêneriya wê Jean-Claude Barney kiriye. Fîlm, serpêhatiyên psîkiyatrîstê Fransî yê bi eslê xwe ji Martinîk Frantz Fanon, dema ku li Cezayîrê wek serokê beşê li Nexweşxaneya Psîkiyatriyê ya Blîdayê hatiye tayînkirin, dike navenda xwe.

Di berhema biyografîk de ku di dilê Şerê Cezayîrê de derbas dibe, rêbazên Fanon ên ji doktorên din ên ku di bin şertên mêtîngeriyê de dixebitin cuda ne û têkoşîna wî ya ji bo mirovahiyê tê vegotin. Fîlm, hem wekî rexneyek li mêtîngeriyê hem jî wekî îfadeyeke sînemayî ya helwesteke exlaqî, ji aliyê temaşevanan ve eleqe dît.

Mayîndehiye û Hêvî: Hilatina Aurorayê

Hilatina Aurorayê, ku derhêneriya wê derhêner û hilberînera belgefîlman a Ermenî Inna Sahakyan kiriye, di nav berhemên festîvalê yên ku derketin pêş de cih girt. Di fîlmê de, hevpeyvînên bi Aurora Mardiganian re, anîmasyonên mîna çîrokan û dîmenên arşîvê yên ji destana bêdeng Mezadeya Giyan ku heta îro mane, hatine ba hev.

Belgefîlm, ku bi giranî ji anîmasyonan pêk tê, çîrokek li ser trajîkî, mayîndehiye, hêvî û berxwedêriya giyanê mirovî ji nû ve zindî kir.

Rêwîtiyek Fantastîk: Roj Apollo Şev Athena

Di nav mêvanên festîvalê de, senarîst û hilberînera xelatgir Emîne Yildirim jî cih girt. Roj Apollo Şev Athena, yekem fîlma wê ya dirêj ku derhêneriya wê Yildirim kiriye, di çarçoveya festîvalê de derkete pêş temaşevanan.

Fîlm, çîroka Defne ku li sêwîxaneyê mezin bûye û dema mezin dibe dest bi dîtina ruh û sîwanan dike, dike navenda xwe. Defne, biryar dide ku vê jêhatiya xwe ji bo dîtina ruhê diya xwe bi kar bîne û li Bajarê Antîk ê Sideyê dest bi rêwîtiyeke fantastîk dike. Di vê rêwîtiyê de, Huseyînê çepgirê radîkal, stranbêja pavyonê Nazîfe û rahibeyeke ji Serdema Antîk bi wê re hevaltiyê dikin.

Fîlm, ku bandora trawmayan li ser tevgerên kesan, rewşên jinbûnê, Dayikên Şemiyê û bîranîna kolektîf bi zimanekî fantastîk û mîzahî desteser dike, kêliyên xweş bi temaşevanan re da jiyandin.

'Me Xwest Fîlmek Tije Hêvî Çêbikin'

Emîne Yildirim, ku piştî ku Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU), Beşa Kargêriyê qedand, perwerdeya xwe ya lîsansa bilind li Zanîngeha Bîlgî, Beşa Sînemayê temam kir, hilberîneriya fîlmên wekî Kusursuzlar, Ziazan û Gri Bölge kir. Piştî nîşandana fîlmê, me bi Yildirim, ku li Zanîngeha Kadîr Has dersên senaryoyê dide, re peyivî.

Yildirim, anî ziman ku ew pir kêfxweş e ku fîlma wê piştî Antalyayê, Edeneyê û Ayvalikê, li Festîvala Fîlman a Amedê tê nîşandan û got: "Hema ku me bihîst festîval dê bê lidarxistin, me serlêdan kir. Spas ji hevalan re, wan qebûl kirin û fîlm xistin nav hilbijartinan. Piştî nîşandanê gotûbêjek pir xweş çêbû."

Yildirim anî ziman ku dema fîlm çêkirine, wan bextreşiya di atmosfera civakî de hîs kiriye û wiha berdewam kir: "Em ji qefesa ku di demên dawî de dihat jiyîn haydar bûn. Ji ber vê yekê, me xwest fîlmekî cuda, tije hêvî, bê sînor û mîzahê jî tê de hebe, çêbikin. Me hewl da rewşên jinbûnê, kesên windahiyê û bîranîna kolektîf desteser bikin."

Yildirim tekez kir ku wan bi zanebûn vegotineke ku karakterên jin di navendê de ne tercîh kirine û got: "Di fîlman de karakterên jin têra xwe nayên şixulandin. Me jî xwest çîrokek ava bikin ku jin pir zêde xuya bin."

Yildirim diyar kir ku di fîlmê de dayikbûna pîroz nayê pesinandin, berevajî, her cûre rewşên dayikbûnê yên cuda hene, ku destnîşan dike ku hin jin naxwazin bibin dayik, û anî ziman ku rewşên jinbûnê nikarin di qalibekî de werin bicihkirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31