Piştî salan Çand Amedê dîsa mazûvaniya cîhana sînemayê kir

Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, piştî pêvajoya qeyûman, dîsa bû navenda çalakiyên çand û hunerê û cihê hevdîtina hezkiriyên hunerê. Navenda ku her meh deriyên xwe li ber bi hezaran kesan vedike, ji sînemayê heta şanoyê, ji muzîkê heta folklorê, bi Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ya 3’ê re ev hevdîtin gihande asta herî bilind.

Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, nêzîkî du sal in bûye mekaneke girîng a çand û hunerê ku mazûvaniya pêşandanên sînemayê û şanoyê, festîval, konser, konferans û panêlan dike. Bingehê navendê, ku her rojên hefteyê çalakiyên cuda cuda têne lidarxistin, di sala 2016’an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat avêtin û di demeke kurt de ji bo xizmeta gel hat vekirin.

Berî vekirina fermî ya navenda çandê, bi qeyûmên ku li ser şaredariyan hatin tayînkirin, çalakiyên çand û hunerê yên hatibûn plankirin hatin rawestandin. Şanoger ji kar hatin derxistin, xebatên Konservatuarê ya Bajarê Aram Tîgran hatin qutkirin. Digel vê yekê, hunermendan dev ji berhemdariya xwe bernedan. Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran û yekîneya Sînemayê bi piştgiriya sazî û dezgehan, bi navên cuda xebatên xwe domandin.

Piştî bidestxistina şaredariyan bi hilbijartinê, gelê bajêr, hunermend û hezkiriyên hunerê gihiştin hesreta xwe. Îro Çand Amed, her meh bi hezaran kesan bi hunerê re tîne cem hev. Em bi derhêner Veysî Altay, şanoger Erdal Ceviz û senarîst-derhêner Huseyîn Kuzu re ku beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ya 3’ê bûn, şahidiya vê veguherînê axivîn.

‘Divê mekanên bi vî rengî zêdetir bibin’

Derhêner Veysî Altay bal kişand ser girîngiya ji nû ve lidarxistina festîvalê piştî 8 salan û got, “Me enerjî û beşdarbûneke bêhempa dît. Ne tenê wek temaşevan hatin, di heman demê de ji bo beşdarbûna fîlman, avakirina diyalogê bi derhêneran re û rexnekirinê jî pir girîng bû.”

Altay bi bîr xist ku avahiya Çand Amedê di qonaxa avakirinê de bû û heyraniya wê demê bi van gotinan vegot: “Dema ku ev avahî hêj di bin avakirinê de bû, em dihatin û nîqaş dikirin ka salonên çawa dikarin bêne damezrandin, li ku derê civîn û xebat dikarin bêne kirin. Ji ber ku me salonên sînemayê yên rêk û pêk tune bûn. Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vê gaveke girîng avêtibû. Lê belê, bi atmosfera siyasî û pêvajoya qeyûman re her tiştê ku me xeyal dikir hat paşxistin.”

Altay tekez kir ku sînemakar, muzîkjen û lîstikvanên Kurd tevî hemû zextan jî berhemdariya xwe domandin, bal kişand ser girîngiya mekanan û got, “Diyarbekirê pêwîstiya xwe bi qadên bi vî rengî yên ku huner tê de tê pêkanîn heye. Ev mekan in ku hunermendên navneteweyî jî dikarin werin û performansên xwe pêşkêş bikin. Ji ber vê yekê divê ev qad zêdetir bibin û divê rêveberiyên herêmî erka xwe ya dabînkirina gihandina çand û hunerê bi cih bînin.”

‘Armanc bû ku hêvî bête birîn’

Lîstikvan û derhênerê şanoyê Erdal Ceviz jî behsa ezmûnên xwe yên li Stenbolê kir di dema ku xebatên çand û hunerê yên Kurdî qedexe bûn de û diyar kir ku çîrok li jêrzemîneke li Tarlabaşiyê dest pê kiriye. Ceviz got, “Ev di heman demê de çîroka derketina ji jêrzemînê ye,” û anî ziman ku şanoya Kurdî, muzîk û sînema bi armanca gihandina sehnên firehtir şekil girtiye.

Ceviz destnîşan kir ku di salên 2000’î de, bi taybetî li Diyarbekirê, festîval, şano û tûrne belav bûn, tekez kir ku çêkirina Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê ji bo vê berhevkirinê gaveke girîng bû. Ceviz bi bîr xist ku bi tayînkirina qeyûman re çalakiyên çand û hunerê hatin rawestandin û wiha got: “Armanc ew bû ku ev lez û ev hêvî bête birîn. Zext ne tenê bi mekanan re sînordar ma; bi girtin, binçavkirin û qedexeyan dom kir.”

Tevî vê yekê jî, Ceviz bi bîr xist ku hunermendan dîsa mekanên xwe ava kirin û got, xebatên şano û muzîkê, festîvalan tevî hemû zehmetiyan jî berdewam kirin.

‘Pêwîst e festîval ji nû ve bête modelîzekirin’

Senarîst-derhêner Huseyîn Kuzu jî anî ziman ku têkiliyên wî yên çand û hunerê bi xwendekarên Kurd re di salên 1990’î de li Navenda Çanda Mezopotamyayê ya li Stenbolê dest pê kiriye û ev pêvajo bi xebatên atolyeyan ên li Amedê dom kir. Kuzu destnîşan kir ku atolyeya sînemayê ya ku di sala 2003’an de hat çêkirin, bingeha sînemaya Kurdî avêtiye û gelek navên ku ji wê derê hatine perwerdekirin îro wek derhêner û senarîst berhemdariyê dikin.

Kuzu anî ziman ku di pêvajoya qeyûman de enerjiya li Amedê ber bi navendên din ve çû, lê îro ev enerjî dîsa vegeriyaye bajêr. Kuzu destnîşan kir ku festîval bi giştî tabloyek erênî pêşkêş kir, lê her wiha bal kişand ser metirsiya asêmayîna di nav modeleke diyarkirî de û got, “Bûyîna navneteweyî girîng e, lê parastina reseniyê jî şert e. Kurd çandeke ku ji bo vê reseniyê namzed e.”

Kuzu tekez kir ku festîval êdî ne tenê bi mekanê sînordar bimînin, divê îmkanên dîjîtal jî di nav pêvajoyê de cih bigirin û wiha got: “Ji bo ku Diyarbekir karibe bi dinyayê re têkiliyên bihêztir deyne, pêwîst e festîval ji nû ve bêne modelîzekirin.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery