Festîvala Fîlman a Amedê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ya 3yemîn ku ji bo sînemahezan qadeke berfireh a hevdîtinê bi pêşandan, atolye, panel û hevpeyvînan pêşkêş kir, piştî pêşandanên fîlman ên roja dawî bi merasîma xelatdayînê ya ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdar bû, bi dawî hat.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ya 3yemîn ku bi şîara “Dinya bi çîrokan têt cem hev” di navbera 7-14’ê Kanûnê de hat lidarxistin, bi pêşandanên ku hefteyekê dom kirin, sînemahez li Amedê anîn cem hev. Di çarçoveya festîvalê de ku di bin mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, bi rêveberiya Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û SîneBîrê hat lidarxistin, 84 fîlm derketin pêşberî temaşevanan. Festîval bi pêşandanên dawî yên di bernameyê de bi dawî bû.

Di roja dawî ya festîvalê de, fîlma “Sieger Sein” a bi derhêneriya Soleen Yusef, “Uçan Köfteci” ya Rezan Yeşilbaş û pêşandana taybet a bi navê “Em Kurd in” a ku ji aliyê Banu Yalkut û Hanjo Breddemann ve bi hev re hat derhênerkirin, derketin pêş temaşevanan. Pêşandanên roja dawî yên ku berhemên ji welat û zimanên cuda dihewandin, weke tevahiya hefteyê, bi eleqeyeke mezin hatin şopandin.

Merasîma xelatdayînê hat lidarxistin

Merasîma xelatdayînê ya ku di çarçoveya festîvalê de hat lidarxistin, li Salona Şanoyê ya Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û ekîbên fîlman, derhêner û kedkarên sînemayê yên ku di beşên pêşbazî û hilbijartinê de cih girtin, beşdarî merasîmê bûn.

Hevşaredar Bucak: Tevî zehmetiyan me bi hev re hilberand

Hevşaredar Serra Bucak di axaftina xwe ya di merasîmê de, bal kişand ser girîngiya ji nû ve lidarxistina festîvalê piştî 8 salan û spasiya her kesê ku ked daye sînemayê kir. Hevşaredar Bucak anî ziman ku dawîlêanîna festîvalê ji bo wê bi xemgînî derbas bûye û ji ber bernameya zêde nikarîbû hemû fîlman temaşe bike. Hevşaredar Bucak behsa berhemên ku îmkan dît temaşe bike kir, tekez kir ku hemû kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên metrajdirêj ên di festîvalê de cih girtine hêja ne û got, di salên pêş de wê bernameya xwe baştir sererast bikin.

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku navbera 8 salan ji bo bajarê Amedê û herêmê zehmetiyên mezin çêkirin û got, “Tevî van hemû zehmetiyan me berdewam kir ku em bi hevalên xwe yên dilê wan ji bo sînemayê dijene re avakirin, hilberandin û bedewiyan mezin bikin. Ev 8 roj bûn nîşaneke gelekî girîng a vê pêvajoyê.”

‘Em festîvaleke ku li bajêr belav dibe armanc dikin’

Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku di pêvajoya festîvalê de pirsgirêkên mekanî derketine û wiha axivî: “Sala bê di Festîvala Fîlman a Amedê de, sînemahez wê karibin li salonên cuda yên li gelek cihên cuda yên vî bajarî fîlman temaşe bikin. Em festîvaleke ku li seranserê Amedê belav bibe armanc dikin.”

Hevşaredar Bucak spasiya komeleyên ku piştgirî dan, kesên di warê çand û hunerê de dixebitin, yên ku tevkariyê li bîra çandî ya bajêr dikin û endamên juriyê yên xwemalî û biyanî yên ku beşdarî festîvalê bûn, kirin.

Hevşaredar Bucak sînemakar û siyasetmedar Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û got, “Eger îro li jiyanê bûya, bêguman wê li Amedê bûya. Wê kenê me bianîya, em bidana fikirandin û îlham bidaya sînemakarên ciwan.” Hevşaredar Bucak gotinên Onder ên der barê aştî û demokrasiyê de bi bîr xist û anî ziman ku ew bawer dike ku Kurd û dostên wan wê bi hev re fîlmên aştî û demokrasiyê bikişînin.

Encamên Fona Projeyê ya Sînebîrê hatin aşkerekirin

Piştre derbasî aşkerakirina Fona Projeyê ya Sînebîrê ya ku ji aliyê juriyê ve hatibû hilbijartin, hat kirin. Li vir Berfîn Emektar a ku li ser navê juriyê axivî, diyar kir ku îsal ji bo Xelata Projeyê ya Sînebîrê 64 fîlm û belgefîlm hatine şandin û ji van 15 fîlm di hilbijartinê de man.

Xelat gihîştin xwediyên xwe

Piştre di merasîmê de xelatên di kategoriyên kurtefîlm, belgefîlm û metrajdirêj de hatin aşkerakirin. Xelat ji aliyê endamên juriyê û mêvanan ve li xwediyên wan hatin belavkirin.

•Xelata Kurtefîlmê, li ser navê juriyê ji aliyê Ardîn Dîren ve hat aşkerakirin. Xelat ji ber fîlma wî ya bi navê “Bu Mucize mi Tesadüf mü?” (Ev Keramet e an Tesaduf e?) dan Taner Îbrahîm Tarî û Ronahî.

•Xelata Senaryoya Belgefîlmê, dan xebata Zelal Sadak a bi navê “Hucre, takekes-laş, civat”. Xelata Zelal Sadak a ku ji ber nexweşiya xwe nekarî beşdarî merasîmê bibe, ji bo Dayikên Aştiyê hat bexşandin.

•Xelata Fîlma Metrajdirêj, ji aliyê Alîkara Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zerîn Turk ve hat eşkerêkirin. Xelat dan Alî Kemal Çinar ji ber fîlma wî ya bi navê “Dîroka Wenda”.

Xelatên Tematîk

•Xelata Mansiyonê ya Kurtefîlmê, ji aliyê Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş ve hat aşkerakirin. Xelat dan Jîno Hadî Hesen ji ber fîlma wî ya bi navê “Se Goşe”. Xelata Hesen ji aliyê Derhêner Zanyar Muhammadîneko ve hat girtin.

•Xelata Taybet a Juriyê (Kurtefîlm), ji aliyê endamê juriyê Arîn Înan ve hat aşkerakirin. Xelat dan Mahsûm Taşkin ji ber fîlma wî ya bi navê “Garan”.

•Xelata Kurtefîlmê, ji aliyê Mensûr Kerîmcan ve hat aşkerakirin. Xelat dan Salem Salavatî ji ber fîlma wî ya bi navê “Kawyar”.

Xelatên Fîlmên Belgefîlm

•Li ser navê juriyê Mizgîn Mujde Arslan û Yuksel Yavuz nirxandinên xwe parve kirin.

•Xelata Taybet a Juriyê ya Belgefîlmê, dan Arash Rasha ji ber fîlma wî ya bi navê “All the Mountains Give” (Hemû Çiyayên Ku Didin).

•Xelata Fîlma Belgefîlmê, ji aliyê Sîdar Aslan ve hat aşkerakirin. Xelat dan Samî Mermer ji ber fîlma wî ya bi navê “Xalko”.

Xelatên Fîlmên Metrajdirêj

•Xelatên fîlmên metrajdirêj, ji aliyê Ahû Ozturk, Ezîz Çapkurt û Leyla Toprak ve hatin aşkerekirin.

•Xelata Derhênerê Dîmenê, ji aliyê Hebûn Polat ve hat eşkerêkirin. Xelat dan Stephane Kuthy ji ber fîlma wî ya bi navê “Cîran”.

•Xelata Senaryoyê ya Sirri Sureyya Onder, ji aliyê Huseyîn Kuzu ve hat aşkerekirin. Xelat li ser navê senarîstê fîlma “Ezmûn” dan Shawkat Amîn Korkî.

•Xelata Kadra Estetîk, ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ve hat aşkerekirin. Xelat dan Alî Kemal Çinar ji ber fîlma wî ya bi navê “Berîya Şevê”.

•Xelata Taybet a Juriyê (Metrajdirêj), ji aliyê Ezîz Çapkurt ve hat aşkerekirin. Xelat dan Arsalan Amîrî ji ber fîlma wî ya bi navê “Zalava”.

•Xelata Berxwedanê ya Yilmaz Guney, ji aliyê Ahû Ozturk û Ceylan Ozçelîk ve hat aşkerekirin. Xelat dan derhêner Kurdwîn Eyûb ji ber fîlma wê ya bi navê “Sonne” (Roj).

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery