Xelatên Evdirehîm Rehmî Hekarî Pêşbaziya Nivîsandina Lîstikên Şanoyê yên Kurdî, bi merasîmek li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, hatin aşkerekirin û gihîştin xwediyên xwe.
Merasîma xelatdayînê ya 7emîn Pêşbaziya Nivîsandina Lîstikên Şanoyê yên Kurdî yên Evdirehîm Rehmî Hekarî, ku di sala 2016an de ya şeşan hatibû lidarxistin û piştî 9 salan ji nû ve hat organîzekirin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat kirin. Beriya merasîma xelatdayînê, lîstika "Jîn" a Şanoya Bajarê Mezin a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) hat lîstin. Piştî pêşandanê, derbasî merasîma xelatdayînê, ku ji aliyê lîstikvanê şanoyê Omer Şahîn ve hat pêşkêşkirin, hat kirin.
45 Lîstik Beşdarî Pêşbaziyê Bûn
Omer Şahîn di dema pêşkêşkirinê de axivî û got ku di nivîsandina lîstikên şanoyê yên Kurdî de kêmasiyên girîng hene û anî ziman ku ev pêşbazî ji bo têrkirina vê hewcedariyê girîngiyeke mezin digire. Şahîn diyar kir ku 45 lîstik hatine şandin ji bo pêşbaziyê û got ku jûriyên wekî Qudbeddîn Sadikî, Kawa Şêxê, Rûgeş Kiricî, Şîlan Alagoz û Helket Îdrîs berhem bi hûrgilî lêkolîn kirine.
 Têkoşîn û Mîrateya Edebî ya Hekarî
Gerînendeyê Beşa Şanoyê Tahir Baykûşak jî hêvî kir ku çand û huner her tim di van salan de geş bibe. Baykûşak, gotinên Franz Fanon ên di berhema wî ya bi navê Lanetkiriyên Ser Rûyê Erdê de, "Divê em dest ji biçûkxistina hewldanên mezinên xwe berdin. Herwiha divê em xwe ji rewşa 'bêfêmkirina' bêdengî û tehemula wan xilas bikin," bi bîr anîn û bal kişand ser girîngiya têkoşîna Evdirehîm Rehmî Hekarî. Baykûşak got, Hekarî di sala 1890an de li Elbakê hatiye dinê, li Medreseya Xurxurê ya Wanê ji Saidê Kurdî ders girtiye û dema mamostetî dikir, Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê kiriye. Baykûşak anî ziman ku Hekarî di dema şer de ketiye destê Rûsan û di vê pêvajoyê de berhema xwe ya bi navê "Zarokekî Dîl" nivîsiye.
Baykûşak diyar kir ku Hekarî, ku piştî şer bûye yek ji pêşengên girîng ên tevgera ronakbîriya Kurd li Stenbolê, piyesa wî ya bi navê "Memê Alan" di kovara Jînê de hatiye weşandin. Herwiha Baykûşak got ku Hekarî yek ji pêşengên helbesta modern a Kurd jî tê qebûlkirin.
Xelat Hatine AÅŸkerekirin
Piştî axaftinan, derbasî merasîma xelatdayînê hat kirin.
•Xelata Mansiyonê ji bo lîstika xwe ya bi navê "Dîno" a Mesût Arîf hate dayîn. Xelata Arîf ji aliyê lîstikvan Rezan Kaya ve hat dayîn.
•Xelata Sêyemîn ji bo lîstika Ehmet Bîlge ya bi navê "Heyran ka em jî hinekî siyaset bikin" girt. Xelata Bîlge ji aliyê derhêner Ferhad Feqî ve hat pêşkêşkirin.
•Xelata Duyemîn ji bo lîstika Berat Şahîn Beyoglû ya bi navê "Siyabend" hate dayîn. Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî, Zeynep Yaş, xelata Beyoglû dayê û destnîşan kir ku Evdirehîm Rehmî Hekarî bi kedeke mezin mîrateyeke girîng ji bo şanoya Kurdî hiştiye.
•Xelata Yekemîn ji bo lîstika Îbrahîm Kazimî ya bi navê "Kela Dimdimê" hate dayîn. Xelata Kazimî, ji aliyê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Çîgdem Kiliçgûn Ûçar, ve bi navê Beyan Behmanî hat girtin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
