3yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi wêneyan

3yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê, ku di navbera 7–14 Kanûnê de di bin mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, bi rêveberiya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û SîneBîrê hat lidarxistin, 8 rojan li Amedê 84 fîlmên kurt, dirêj û belgefîlm, panel, hevpeyvîn û atolye anîn pêş sînemageran.

3yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê, ku bi dirûşma “Cîhan bi çîrokan tê cem hev” hat lidarxistin, bi pêşandanên li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê û sînemayên AVM’ya Ceylan Karavil re, beşdariyeke girîng li jiyana çand û hunerê ya bajêr kir. Festîval, ku piştî heşt salan dîsa hat lidarxistin, bi anîna berhemên ji Tirkiyeyê û welatên cuda re, mazûvaniya civînek sînemayî ya pirzimanî û pirçandî kir.

Di çarçoveya festîvalê de, hilbijartineke berfireh a fîlmên kurt, belgefîlm û fîlmên metrajdirêj derketin pêşberî temaşevanan; di hevpeyvînên piştî pêşandanan de jî, tîmên fîlman bi sînemageran re hatin gel hev. Atolye û panelên ku di dema bernameyê de hatin lidarxistin, bi taybetî ji aliyê sînemakarên ciwan û xwendekarên sînemayê ve bi eleqeyeke mezin hatin şopandin.

Pêşandanên ku ligel Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, di heman demê de li AVM’ya Ceylan Karavil jî dom kirin, di nav hefteyê de bi beşdariyeke zêde hatin temaşekirin. Festîval, piştî pêşandanên roja dawî bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû.

Ji aliyekî din ve, Pêşangeha Rê/Yol, ku bi îlhama fîlma Rê ya Yilmaz Guney hat amadekirin, wê mehekê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê vekirî be.

Werger: Omer Dilsoz