Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dengbêja navdar a muzîka Kurdî Eyşe Şanê di 29emîn salvegera koça wê ya dawî de bi bernameyeke du rojî ya berfireh ku ji şano, panel û konseran pêk tê, bi bîr tîne. Şanonameya “Ez Eyşe Şan” ku li Salona Çandê ya Alî Emîrî ya piştî salan ji nû ve hat vekirin hat lîstin, huner û bîr (hafize) li ser heman dikê gihandin hev.
Di roja yekem a bernameya bîranînê de ku bi hevkariya Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî, Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), MA Music û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê hat lidarxistin, şanonameya “Ez Eyşe Şan” a ku Berfîn Zenderlîoglû derhêneriya wê kiriye û beşên ji jiyana Eyşe Şanê pêşkêş dike, derxiste pêşberî temaşevanan.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevberdevka Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan, malbata Eyşe Şanê û gelek welatiyan temaşeyî nîşandana li Salona Çandê ya Alî Emîrî kirin. Di lîstikê de biyografiya Eyşe Şanê bi stranên ku li gorî ruhê serdemê hatine amadekirin hat pêşkêşkirin û performansa Berfîn Zenderlîoglû kêliyên bi hestiyar da jiyandin.
Hevşaredar Bucak: Mekana bîrê ji nû ve zindî bû
Hevşaredar Serra Bucak piştî lîstikê kulîlk da Berfîn Zenderlîoglû ya ku ji aliyê temaşevanan ve bi deqîqeyan hat çepikandin û spasiya wê kir. Bucak di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya ji nû ve vekirina Salona Çandê ya Alî Emîrî û diyar kir ku ev salon di dema qeyûman de nêzî 9 salan girtî mabû û bûbû wêrane; piştî sererastkirinê cara yekem perdeyên xwe vekirin. Bucak wiha got:
“Me vir wekî mekanekî bîrê (hafize) ji nû ve zindî kir. Ev xebat ji bo me ne tenê sererastkirineke teknîkî bû; pêvajoyek ji dil û can bû. Lewre vir dika Şanoya Kurdî û Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû. Dema me ev dik çê dikir, me got bila bîr ji nû ve zindî bibe û em karibin li vir dîsa lîstikên şanoyê temaşe bikin. Ev yek îro para Berfîn Zenderlîoglû ket. Lîstika Eyşe Şanê bû yekem lîstika ku piştî sererastkirinê li vir hat nîşandan. Ji ber vê yekê ji bo me pir hêja ye, amadebûna we ya li vir jî pir watedar e.”
Berfîn Zenderlîoglû jî piştî lîstikê axivî û kêfxweşiya xwe ya ji bo lîstina li Amedê anî ziman. Zenderlîoglû ji bo piştgiriya di pêvajoya amadekariya lîstikê de spasiya Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş kir.
Panel û konser dê werin lidarxistin
Bernameya bîranînê dê di roja duyemîn de jî berdewam bike. Roja Çarşemê, 18ê Kanûnê saet di 13.00an de, Eyşe Şan dê li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê were bîranîn. Heman rojê saet di 18.00an de li Salona Çandê ya Alî Emîrî panela bi navê “Jiyana Muzîkê ya Eyşe Şanê” dê were lidarxistin.
Di panela ku Saliha Ayata dê moderatoriya wê bike de; Berfîn Zenderlîoglû bi sernavê “Jineke Muzîkjen û Hunermend: Eyşe Şan” û Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş jî bi sernavê “Jiyana Eyşe Şanê û Cihê wê di Muzîka Kurdî de” dê pêşkêşiyan bikin.
Piştî panelê, saet di 19.30an de dê konsereke taybet a ji berhemên Eyşe Şanê pêk tê were lidarxistin. Di konserê de ku dê 25 hunermendên ji MA Music, KASED, Navenda Çand û Hunera Dîcle û Konservatuara Bajêr a Aram Tigran derkevin ser dikê, deng û muzîka Eyşe Şanê dê careke din li Diyarbekirê deng vede.
Eyşe Şan di 18ê Kanûna 1996an de li Îzmîrê koça dawî kiribû. Termê wê di 18ê Hezîranê de anîn Diyarbekirê û bi merasîmekê li Goristana Yenîkoyê hatibû veşartin.
Werger: Omer Dilsoz
