Parka Bajêr a Mezopotamyayê ya 211 hezar metrekareyî çêdibe

Îskeleta sereke ya Parka Bajêr a Mezopotamyayê ku yek ji projeyên vîzyonê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye û dê li ser qadeke 211 hezar metrekareyî were avakirin, bi piranî temam bû. Dema ev park bikeve xizmetê, dê bibe cihekî wisa ku her kes karibe demeke xweş lê derbas bike.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li xala ku bulevardên Dîclekent û Mezopotamyayê digihîjin hev –ku yek ji lokasyonên girîng ên geşedana bajêr e– xebatên binesaziyê yên parka navborî bi lez û bez didomîne.

Karên bingehîn ên avahiyan berdewam dikin

Parka Bajêr a Mezopotamyayê ku bi qada xwe ya 211 hezar û 656 metrekareyî di nav projeyên girîng ên bajêr de cih digire, karên bingehîn ên avahiyên wekî kafe, pirtûkxaneya li bin banê asîman (servekirî) û destşoyan (WC) tê de berdewam dikin. Tê armanckirin ku park ji çandê heta hunerê, ji werzişê heta bêhnvedanê, bersiva gelek pêdiviyên welatiyên ji 7 heta 70 salî bide.

Kolandina drenajê temam bû

Di parkê de ku tê plankirin bibe nefeseke nû ji bo jiyana civakî û çandî ya bajêr, kolandina drenajê ya qadên hêşîn bi dawî bû. Di xebatan de asta ku hatiye bidestxistin wiha ye:

•%90ê kolandina xetên sereke yên ronahiya elektrîkê qediya ye.

•%60ê dagirtina blokajê ya rêyên bîsîklet û peyayan temam bûye.

•%5ê kolandina xetên ava avdanê bi dawî bûye.

Qadeke 129 hezar metrekareyî dê bibe qada hêşîn

Piştî temambûna binesaziyê, dê derbasî xebatên dersaziyê bibin. Di çarçoveya dersaziyê de dê yekemîn pirtûkxane û sînemaya li bin banê asîman a bajêr were avakirin. Her wiha di projeyê de ji bo xwezaparêzan şînkirina qadeke 129 hezar metrekareyî tê plankirin.

Di parkê de dê ev der hebin:

•Terasên temaşekirinê, qadên lîstika zarokan û amûrên werzişê.

•Rêyên bîsîklet û peyayan.

•Otoparka vekirî, destşoyên (WC) ji bo jin, mêr û astengdaran, odeyên lênêrîna zarokan û hewzên ziwa.

Qada lîstika zarokan a 4 hezar û 500 metrekareyî

Midûra Şaxa Planasî û Etûda Peyzajê Sonnur Gonenç der barê xebatan de agahî dan û diyar kir ku park dê li bajêr qadeke girîng a nefesê ava bike. Gonenç destnîşan kir ku ji bo zarokan qadeke taybet a ji 4 hezar û 500 metrekareyî zêdetir plan kirine û li gel komên lîstikên klasîk, dê unîteyên hilperînê û qadên lîstika xîzê (qum) jî di parkê de hebin.

Sînemaya servekirî û hewzên ziwa

Gonenç ragihand ku sînemayeke servekirî ya 3 hezar metrekareyî hatiye sêwirandin û ev der dê mazûvaniya çalakiyên çandî û hunerî bike. Her wiha diyar kir ku ji ber mercên avhewayê, rûyên avê yên bi bandora şelaleyê û hewzên ziwa jî di projeyê de cih digirin.

Gonenç got ku xebatên li qadê bi lez berdewam dikin, amadekariyên ava baranê, elektrîk û bingehîn bi piranî qediyan e û di xebatên zemînê yên rêyên peyayan û qadên rûniştinê de qonaxeke girîng hatiye derbaskirin.

'Îskeleta sereke bi piranî temam bû'

Gonenç destnîşan kir ku xebatên bingehîn ên pirtûkxaneya servekirî û kafeteryaya yekemîn qediyan e û betonên wan ên pêşîn hatine rijandin. Gonenç anî ziman ku îskeleta sereke ya projeyê bi piranî temam bûye û got ku dema Parka Bajêr a Mezopotamyayê bikeve xizmetê, dê bibe navendeke jiyanê ya mezin û modern ku her kes karibe bi kêfxweşî wextê xwe lê derbas bike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery