Eyşe Şan bi stranan hat bibîranîn

Bi bernameyeke ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat organîzekirin, şahbanûya bê tanc a muzîka kurdî Eyşe Şan, di 29emîn salvegera koça xwe ya dawî de bi paneleke li ser jiyan û muzîka wê û bi stranên wê yên ku di bîran de mane hat bibîranîn.

Bernameya du rojî ya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Çandî, Hunerî û Civakî ve, bi hevkariya Komeleya Çand Huner û Edebiyatê ya Jinan (KASED), MA Muzîk û Navenda Çanda Dicle Firatê hat lidarxistin, bi stranên Eyşe Şanê bi dawî bû.

Di bernameya ku li Salona Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin hat lidarxistin de, di bin moderatoriya Seroka KASEDê Salîha Ayata de panelek hat çêkirin. Di panelê de Seroka Daîreya Karên Çandî û Civakî Zeynep Yaş û derhênera şanoyê Berfîn Zenderlîoglu wekî axifker beşdar bûn.

"Zêdetirî 900 stran gotine"

Zeynep Yaş a ku ev demeke dirêj e li ser bîra muzîka kurdî dixebite, bi bîr xist ku wê xebatên hunermendên jin ên wekî Meryemxan, Sûsika Simo, Elmas Mihemed û Fewziye Mihemed ên ku ji destpêka salên 1900î û vir ve di muzîka kurdî de cih girtine, berhev kirine. Yaş, diyar kir ku di xebatên arşîvê yên ku kirine de nêzî 200 qeydên Eyşe Şanê li ber destê wê hene û anî ziman ku ji van 150 berhem di sala 2008an de di koleksiyona Eyşe Şanê de kom kirine.

Yaş, li gorî agahiyên ku ji kurê Eyşe Şanê Murat Kersen girtine, ragihand ku Şanê nêzî 900 stran gotine, lê mixabin ji bilî van 200 qeydan, yên din nehatine qeydkirin. Yaş destnîşan kir ku Eyşe Şan ne tenê stranbêjek e, di heman demê de jineke kurd a berxwedêr û femînîst e û got ku serneçemandina wê ya li hemberî feodalîzmê, xwedîderketina wê ya li karên xwe û avakirina xwe ya bêyî hewcedariya kesî, cihê rûmetê ye.

"Sekna wê femînîstane bû"

Hunermend Berfîn Zenderlîoglu jî bal kişand ser girîngiya li ser piyan mayîna Şanê ya tevî şert û mercên wê demê û wiha got:

"Dibe ku wê xwe wekî femînîst pênase nekiribe, lê helwest û şêwaza wê femînîstane bû. Ez îro jî wekî mînak ji bo şanoyê nikarim her tiştî bidim ber çavan, li pey xwe bihêlim û heta Almanyayê biçim. Divê berxwedana wê ya jinane bi van stranên wê ji bo me bibe mînak."

Piştî panela ku bi pirs û bersivan berdewam kir, hunermendên Navenda Çanda Dicle Firat û Ma Muzîkê stranên Eyşe Şanê yên ku her dem tên gotin dan nasîn û kêliyên bi efsûn dan jiyîn. Murat Kersen ê ku piştî konsertê bi dayîna kulîlkan hunermend pîroz kirin, wiha got: "Guhdarkirina stranên dayika min ji zimanê vî nifşê ciwan, ez pir hestiyar kirim. Ez hêvî dikim hûn bigihîjin astên pir bilindtir."

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery