Ji DBB’ê ji bo jinan perwerdeya teknîkî ya pratîkî

Li Amedê jin bi saya bernameya perwerdeyê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin li dar xistiye, hînî lênihêrîna klîma, kombî û petekan dibin û ji pirsgirêkên teknîkî yên ku di jiyana rojane de pê re rû bi rû dimînin re çareseriyê hildiberînin.

Şaredariya Bajarê Mezin a ku bernameyên xwe yên piştgiriya wekheviya zayendî didomîne, armanc dike ku jin jêhatîbûnên teknîkî bi dest bixin da ku hem di jiyana rojane de serbixwe bibin û hem jî di qada pîşeyî de bihêz bibin. Di vê çarçoveyê de, serdema duyemîn a bernameya perwerdeya lênihêrîna klîma, kombî û petekan û sazkirin û tamîrkirina mobîlyayan ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve tê birêvebirin, di 1’ê Mijdarê de dest pê kir.

Qonaxa yekem a bernameya perwerdeyê ya ku li Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê tê meşandin û du mehan dom kir, di 1’ê Tîrmehê de bi dawî bû. Di dema ku 30 jinan sûd ji bernameya yekem wergirt, 13 jin beşdarî bernameya serdema duyemîn a ku di 1’ê Mijdarê de dest pê kir bûne. Di çarçoveya bernameyê de; li ser mijarên lênihêrîna klîmayê, karên montaj û rakirinê û tespîtkirina xerabûnê perwerdeyên pratîkî didin jinan. Di dawiya perwerdeyan de dê belgeya beşdariyê bidin beşdaran.

‘Perwerdeyên pir baş didin me’

Yek ji kursiyeran Îkram Menguç diyar kir ku perwerdeya girtiye feydeyên girîng daye wê û spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Menguç anî ziman ku bi saya kursê wê piştgirî daye aboriya malê û wiha got: “Klîmaya me, petekên me hene lê me fêm nedikir ka em ê çawa bi kar bînin û lênihêrîna wan bikin. Beriya vê perwerdeyê me hosteyek anî, ji bo lênihêrînê hezar û 500 lîre ji me girtin. Niha mamosteyê me hînî me kir. Çi fîltre be, çi petek bin em bi xwe paqij dikin. Êdî em dikarin lênihêrîna wê bikin. Em pir memnûn in. Mamosteyê me jî pir baş ji me re şîrove dike. Em ji şaredariya xwe razî ne. Perwerdeyên pir baş didin me. Em hem spasiya xebatkarên şaredariyê û hem jî spasiya mamosteyê xwe dikin.”

‘Em her kesî vedixwînin hînbûnê’

Kursiyereke din a bi navê Cahîde Ekdî jî anî ziman ku beriya dest bi kursê bike wê nizanibû kombiyê bikar bîne û bi saya perwerdeyan êdî dikare lênihêrîna kombî û petekan bi tena serê xwe bike. Ekdî ezmûnên xwe bi van gotinan parve kir: “Min nizanibû ez ê kombî û petekên li malê çawa bikar bînim. Dema ava wê diqediya min nizanibû ez ê çawa avê lê zêde bikim. Av germ nedikir. Ez hatim vir û hîn bûm. Me kombî paqij kir. Me fana kombiyê vekir, fîltreya wê vekir, petek paqij kirin û ava germ berda. Niha em dikarin ava germ bê pirsgirêk bi kar bînin. Em ji şaredariyê û ji mamoste memnûn in. Em her kesî vedixwînin hînbûnê.”

Bernameya perwerdeyê ya ku armanc dike jin bi zanîn û jêhatîbûnên teknîkî bihêz bibin, berdewam dike ku hem ji bo pirsgirêkên ku jin di jiyana rojane de pê re rû bi rû dimînin bibe çareserî û hem jî jin di qadên teknîkî de roleke aktîftir bilîzin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery