Bernameya “Perwerdehiya Kompîtura Bingehîn û Anîmasyona 3D” ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi armanca zêdekirina gihîştina jinan a teknolojiyên dîjîtal û xurtkirina derfetên îstihdamê bi awayekî bêperane hatibû organîzekirin, bi dawî bû.
Di çarçoveya bernameya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve hat meşandin de, di qonaxa yekemîn de mehek Perwerdehiya Kompîtura Bingehîn û piştre jî 5 meh Perwerdehiya Anîmasyona 3D hat dayîn. Jinên ku pêvajoya perwerdehiyê bi serkeftî qedandin, belgeyên wan ên tevlîbûnê hatin dayîn.
Perwerdehiya kompîtura bingehîn
Di dema Perwerdehiya Kompîtura Bingehîn de ji beşdaran re li ser mijarên; agahiyên hardware û nermalava kompîturê, bikaranîna bernameyên ofîsê yên wekî Word, Excel û PowerPoint, gihîştina înternetê û ewlehiya dîjîtal, e-peyam û ragihandina serhêl û birêvebirina pelan perwerde hat dayîn.
Piştî vê perwerdehiyê, jin ji bo Perwerdehiya Anîmasyona 3D ku 5 meh dom kir, ketin azmûnê. Beşdarên ku di azmûnê de bi ser ketin, di warên modelkirina 3D, sêwirana sehneyê, anîmasyona karakteran, hilberîna naveroka dîjîtal û çîrokbêjiya dîtbarî de perwerde dîtin.
‘Em serbilind in, em bi hêvî ne’
Ji bo jinên ku Perwerdehiya Anîmasyona 3D temam kirin, li Salona Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê merasîma radestkirina belgeyan hat lidarxistin.
Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer di merasîmê de axivî û bal kişand ser girîngiya hebûna jinan di cîhana dîjîtal de. Sümer destnîşan kir ku di cîhana dîjîtal de jin ji ber neheviya zayendî ji gelek qadan têne dûrxistin û diyar kir ku ji ber vê yekê ew piştgiriya jinên ciwan a bi perwerdehiyên bi vî rengî girîng dibînin.
‘Me binesaziyeke girîng ava kir’
Sümer anî ziman ku eleqeyeke mezin nîşanî perwerdehiyê hat dayîn û wiha got: “Me bi 35 kesan dest bi vê rêyê kir. Piştî pêvajoyeke 6 mehî ya dirêj û bi ked, îro em bi hevalên xwe yên ku ev rê temam kirine re li hev civiyan. Em serbilind in, em bi hêvî ne. Helbet ev têr nake lê wekî Şaredariya Bajarê Mezin me binesaziyeke girîng ava kir.”
Sümer diyar kir ku ew bawer dikin jinên ku belgeyên tevlîbûnê girtine wê pêvajoyê bi biryardarî bidomînin û got ku ew pir dixwazin beşdar perwerdehiyên xwe pêş bixin û vê qadê wekî pîşe bidomînin.
Spasdarî ji beşdaran
Jinan jî kêfxweşiya xwe ya ji bo pêvajoya perwerdehiyê anîn ziman û ji ber vê derfeta ku ji wan re hatiye pêşkêşkirin, spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.
Piştî axaftinan, belgeyên tevlîbûnê radestî jinên ku kurs bi serkeftî qedandine hatin kirin.
Werger: Omer Dilsoz
