Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo dabînkirina ava vexwarinê ji qadên nû yên avahîsaziyê yên Taxa Yenişehira navçeya Farqînê re, 2 hezar û 500 metre xeta ava vexwarinê datîne.
Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), xebatên xwe yên ji bo bihêzkirina binesaziya ava vexwarinê li seranserê bajêr didomîne. Di vê çarçoveyê de li Cadeya Sanayiyê ya Taxa Yenişehira Farqînê, li herêma ku berê tora ava vexwarinê lê tune bû û bi sedema zêdebûna avahiyan pêdiviya avê sal bi sal zêde dibe, toreke nû ya ava vexwarinê tê avakirin.
Xebat di 18’ê Kanûnê de dest pê kirin
Xebatên ku li herêma Cadeya Sanayiyê tên meşandin, di çarçoveya projeyeke plankirî de di 18’ê Kanûnê de hatin destpêkirin. Di xebatên ku ji aliyê ekîbên Midûriyeta Şaxa Farqînê ya DÎSKÎ’yê ve tên meşandin de dawî li xebatan hat û tê plankirin ku binesaziya ava vexwarinê di nava hefteyê de bi dawî bibe.
2 hezar û 500 metre xeta nû ya ava vexwarinê tê danîn
Di çarçoveya xebatan de bi bikaranîna kepçe û wesayîtên tamîrkirina avê, bi giştî 2 hezar û 500 metre xeta nû ya tora ava vexwarinê bi pîvanên cuda tê raxistin. Bi vê projeyê re tê armanc kirin ku kêmasiya binesaziyê ya ku ev demeke dirêj e li herêmê heye bê çareserkirin û berdewamiya gihandina avê bê dabînkirin.
Bi temambûna tora nû ya ava vexwarinê, tê pêşbînîkirin ku pêdiviya ava vexwarinê û bikaranînê ya 50 malên li pişt Cadeya Sanayiyê bi rengekî bênavber bê dabînkirin. Bi temambûna xebatê re, tê armanc kirin ku pirsgirêka avê ya ku nêzî 5 salan e li herêmê berdewam dike, bi awayekî mayinde bê çareserkirin.
‘Em ê xebata xwe di nava hefteyê de bi dawî bikin’
Şefê Qada Farqînê ya DÎSKÎ’yê Mahmut Orak der barê xebatan de agahî dan û bi bîr xist ku ji ber ku berê li herêmê tora ava vexwarinê tune bû û ji ber zêdebûna avahiyan, nêzî 5 salan e pirsgirêka avê hebû. Orak got: “Wek DÎSKÎ, me plansaziya pêwîst kir û projeya xeta tora ava vexwarinê ya nû ku dê xizmetê bide 50 malan xist meriyetê. Em hatine dawiya xebata xwe. Em ê di nava hefteyê de temam bikin û 2 hezar û 500 metre xeta nû ya ava vexwarinê li herêma Cadeya Sanayiyê bixin dewrê. Li herêmên din ên navçeya me ku pirsgirêkên wiha lê hene, xebatên me yên binesaziyê dê berdewam bikin.”
Werger: Omer Dilsoz
