Hevşaredaran esnafên Kolana Emekê ziyaret kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li navçeya Rezanê (Baxlar) li Kolana Emekê esnaf ziyaret kirin û pêşniyar û daxwazên wan li qadê guhdarî kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, bi beşdariya endamên meclîsa DBB’ê û Hevşaredarên Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, li Kolana Emekê ya navçeya Rezanê serdana esnafan pêk anîn. Hevşaredaran ku serdanên xwe bi du milan ve meşandin, daxwaz û nêrînên esnafan guhdarî kirin.

Hevşaredaran serdana xwe ji Xwaringeha Gel a ku li ketina Kolana Emekê ye dest pê kirin, bi xebatkarên xwaringehê û welatiyên ku xwarin dixwarin re sohbet kirin û nêrîn û pêşniyarên wan girtin. Paşê Hevşaredaran li seranserê kolanê dikan bi dikan geriyan, guh dan pirsgirêkên gel û ji bo mîtînga "Hêvî û Azadiyê" ya ku dê di 4’ê Çilê de li Meydana Stasyonê bê lidarxistin bang kirin.

Hevşaredar Serra Bucak di serdana esnafan de bal kişand ser girîngiya guhdarîkirina pêşniyar û daxwazan a li qadê û destnîşan kir ku divê banga aştî û demokratîkbûnê di her qada jiyanê de bibe mijara nîqaşê.

Di dema serdanê de esnafan; kêfxweşiya xwe ya derbarê xizmetên paqijiyê, sepana JINKART’ê û xebatên şaredariyê de anîn ziman û hin hêvî û daxwazên xwe parve kirin. Her wiha esnafan diyar kirin ku xebatên nûjenkirinê yên ku li taxan bêyî agahdarkirina pêşwext têne kirin bandoreke neyînî li jiyana rojane dike û daxwaz kirin ku li şûna avahiyên hatine rûxandin avahiyên nû di zûtirîn dem de werin çêkirin.

Pêvajoyên rûxandina avahiyan

Hevşaredar Dogan Hatun pirsên esnafan ên di vê çarçoveyê de bersivandin û diyar kir ku hinek pêvajoyên rûxandin û avakirinê ne di bin desthilatdariya şaredariyê de ne, ev qad di bin berpirsiyariya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê de ne. Hevşaredar Hatun got ku pirsgirêkên têkildarî binesaziya Diyargaz, elektrîk û avê jî bi saziyên têkildar re têne axaftin û şopandin.

‘Em dikarin bi hev re bikin cihekî xweştir’

Hevşaredar Hatun di serdana esnafan de axivî û bal kişand ser ku paqijiya bajêr berpirsiyariya her kesî ya hevpar e û got: “Hûn ber deriyên xwe paqij bigirin, em ê jî paqijkirina kolanan bidomînin. Em dikarin bi hev re hawirdora xwe bikin cihekî ku lê bê jiyîn.”

Hevşaredar Hatun diyar kir ku li ser daxwaza esnafekî ku di dema serdanê de dikanê wî av girtibû, bi DÎSKÎ’yê re têkilî hat danîn û yekîneya têkildar ji bo çareserkirina pirsgirêkê hatiye şandin. Hatun her wiha parve kir ku ji bo lokantaya gel pêvajoya amadekariyê ya nû dest pê kiriye.

Esnafan jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anîn ziman, spasiya xebatên şaredariyê kirin û gotin: “Em bi hatina we pir şa bûn. Berê tiştek bi navê kolanê nemabû, niha rê pir baş bûne. Nexasim em ji xebatên asfaltê pir razî ne.” Esnafan bi gotinên “Dîtina we me kêfxweş dike, em li benda we ne ku hûn pir caran werin” nîşan dan ku serdan ji bo wan watedar e.

Hevşaredar Hatun ji bo çareserkirina pirsgirêkan got: “Ji bo ku em ji destê xwe tê zêdetir bikin, em hewl didin.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery