Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Taxa Elmaderê ya navçeya Çungûşê, ji bo hişmendiya wekheviya zayendiya civakî xebatek pêk anî.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ji bo tespîtkirina pirsgirêkên jinên ku li taxên gundewar dijîn, xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, li Taxa Elmaderê ya navçeya Çungûşê xebateke hişmendiyê ya li ser wekheviya zayendiya civakî hat kirin. Agahî dan jinan der barê wekheviya zayendiya civakî, cureyên şîdetê, mekanîzmayên serlêdanê yên di têkoşîna li dijî şîdetê de, Qanûna bi Hejmara 6284an, xebatên navendên jiyana jinan, DÎKASUM, Xeta Alo Şîdetê û çalakiyên kursan ên ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de tên meşandin.
Di xebata ku bi giranî li ser têkoşîna li dijî şîdetê hat plankirin de, jinan di serî de behsa şert û mercên giran ên jiyanê û pirsgirêkên binesaziyê yên li taxê kirin. Jinan anîn ziman ku kêmasiyên di xizmetên bingehîn ên wekî gihandina avê, elektrîk, binesazî û rê de bandoreke rasterast li jiyana wan a rojane dike û ev bar herî zêde li ser milê jinan giran dibe.
Her çend jinan di destpêkê de diyar kirin ku li gund şîdet tune ye jî, hat dîtin ku ew şîdetê bi piranî tenê wekî şîdeta fîzîkî pênase dikin. Piştî ku cureyên şîdeta psîkolojîk, aborî û civakî hatin ravekirin, jinan ji serpêhatiyên jiyana xwe gelek mînak parve kirin û anîn ziman ku ew bi cureyên cuda yên şîdetê re rû bi rû dimînin. Ev rewş nîşan dide ku şîdet di jiyana rojane de hatiye asayîkirin (normalîzekirin).
Werger: Omer Dilsoz
Â
Â
