Ji bo xwendekarên EKPSS’ê ezmûna ceribandinê û semînera ‘fikara ezmûnê’

Şaredariya Mezin a Amedê, ji bo kursiyerên ku xwe ji bo EKPSS’ê amade dikin ezmûnên ceribandinê dan destpêkirin û semînera “Serketina bi ser Fikara Ezmûnê de” li dar xist.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, perwerdeyên piştgiriyê yên ji bo xwendekarên ku xwe ji bo EKPSS’ê amade dikin didomîne. Di çarçoveya kursa EKPSS’ê ya di bin banê Serokatiya Daîreyê de, ji bo xurtkirina xebatên amadekariya xwendekaran “Ezmûnên ceribandinê yên li pey hev” hatin destpêkirin. Bi van xebatan tê armanckirin ku pratîka xwendekaran a ezmûnê zêde bibe û ji bo pêvajoya ezmûnê amadetir bibin.

Semînera ‘Serketina bi ser Fikara Ezmûnê de’

Ji bo piştgiriya xwendekarên ku xwe ji bo EKPSS’ê amade dikin da ku karibin bi ser fîkar û stresa di dema ezmûnê de derkevin, ji aliyê psîkologê Şaredariya Mezin ve semînera bi navê “Serketina bi ser Fikara Ezmûnê de” hat dayîn.

Di semînerê de sedemên fikara ezmûnê, rêbazên serketina bi ser fikarê de yên berî ezmûnê û di dema ezmûnê de hatin nîqaşkirin. Bername bi beşa pirs û bersivan ku xwendekar bi awayekî înteraktîf beşdar bûn, bi dawî bû.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery