Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Mezin a Amedê, kêmasiya ava vexwarinê ya li Taxa Korîkiyan ya navçeya Gêlê ku nêzî 10 sal in berdewam dikir çareser kir û ava vexwarinê ya bêbirîn û saxlem gihand 20 malbatan.
Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo çareserkirina pirsgirêka gihîştina avê ya li Taxa Korîkiyan xebateke berfireh meşand. Di lêkolînên ku li ser serlêdanên Şaxê Gêlê yê DÎSKÎ’yê hatin kirin de hat tespîtkirin ku li taxê xeta ava vexwarinê tune ye û welatî di nav mexdûriyeteke mezin de ne.
Piştî van tespîtan, ji bo 20 malên taxê xeteke nû ya ava vexwarinê ya bi dirêjiya 2 hezar û 300 metreyî hat avakirin. Xebatên ku bi xebateke qadê ya dijwar hatin meşandin, di nava 10 rojan de hatin temamkirin. Bi vî rengî pirsgirêka ava vexwarinê ya li Taxa Korîkiyan ku nêzî 10 sal in berdewam dikir, bi awayekî mayînde hat çareserkirin.
20 mal gihîştin avê
Ji ber ku berê li Taxa Korîkiyan şebekeya ava vexwarinê tune bû, welatî di gihîştina avê de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû diman. Bi temambûna xebatên binesaziyê yên ji aliyê tîmên DÎSKÎ’yê ve, 127 welatiyên li taxê dijîn dê bigihîjin ava vexwarinê ya bêbirîn û saxlem.
Hat ragihandin ku piştî temambûna xebatan kontrolên dawî tên kirin û bi dawîbûna kontrolan re dê avê bidin şebekeyê.
‘Me 2 hezar û 300 metre xet danî’
Berpirsê Şaxê Gêlê yê DÎSKÎ’yê Mehmet Resul Încî, der barê xebatan de agahî da û diyar kir ku ji bo kêmasiya ava vexwarinê ya li Taxa Korîkiyan ya ku nêzî 10 sal in berdewam dikir çareser bikin, planên pêwîst kirine û dest bi xebatê kirine.
İnci got: “Me di lêkolînên xwe de tespît kir ku li herêmê berê qet şebekeya ava vexwarinê tune bû û welatiyên me zehmetiyên giran dikişandin. Piştî serlêdanên gihîştin Şaxê me, me projeya xeta nû ya ava vexwarinê ya ku dê ji 20 malan re xizmetê bike amade kir. Di encama xebatên qadê de, me xeteke nû ya ava vexwarinê ya bi dirêjiya 2 hezar û 300 metreyî pêşkêşî taxê kir.”
‘Em ji xebatê pir memnûn in’
Şêniyên taxê jî kêfxweşiya xwe ya ji ber xebatê anîn ziman. Reşit Kaya ku şêniyê Taxa Korîkiyan e, diyar kir ku ew nêzî 10 sal berê li taxê bi cih bûye û got: “Piştî ku ez malnişîn bûm, di sala 2016’an de ez hatim vir û min mal çêkir. Bi taybetî di mehên havînê de me pirsgirêkeke mezin a avê dikişand. Me pirsgirêka xwe gihand DÎSKÎ’yê. Niha tîm hatin, xetan datînin û ava me tînin. Em ji xebatê pir memnûn in. Ez spasiya her kesê ku keda wan tê de heye dikim.”
Mehmet Seçkin ku yek ji şêniyên taxê ye, bal kişand ser zehmetiyên ku dikişandin û wiha axivî: “Ez li Taxa Korîkiyan dijîm. Heya niha li herêma me tu xeteke şebekeyê tune bû. Bi taybetî di mehên zivistanê de li erdên bi xwar û newar, di baran û heriyê de em mecbûr man ku bi traktor û tankeran avê hilgirin. Ji ber ku av tune bû, me ne tenê pêdiviyên xwe yên rojane, lê nekarî faaliyetên debara xwe yên wekî heywandariyê jî berdewam bikin. Ez spasiya her kesê ku di çareserkirina vê pirsgirêkê de keda wan heye dikim.”
Werger: Omer Dilsoz
