Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber berfa zêde ya ku bandoreke nexweş li jiyanê kir, welatiyên ku di bajêr de asê mabûn û pirsgirêka stargehê dijiyan li otêlan bi cih kirin.
Piştî ku li Amedê barîna berfê ya ku roja duşemê dest pê kir û heta roja pêncşemê berdewam kir bandoreke neyînî li jiyanê kir, Şaredariya Bajarê Mezin bi lez bersiva daxwazên alîkariyê yên welatiyan da. Ekîbên Serokatiya Daîreya Zabiteyan ku li ser serlêdanên Navenda Bangê ya Alo 153yê ketin nav tevgerê, piştgirî dan welatiyên ku di bajêr de asê mabûn.
32 welatiyên ku ji bajarên din hatibûn Amedê û ji ber şert û mercên xirab ên hewayê di navenda bajêr de asê mabûn, ji aliyê ekîbên şaredariyê ve bi wesayîtan hatin girtin û li hin otêlên bajêr û li Mêvanxaneyê hatin bicihkirin.
Di dema mayîna wan de, hemû hewcedariyên bingehîn ên welatiyan ên li otêl û Mêvanxaneyê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatin dabînkirin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin dê di dema şert û mercên neyînî yên hewayê de xebatên xwe berdewam bikin da ku welatî nebin mexdûr.
Werger: Omer Dilsoz
Â
