Li 17 navçeyan rêyên gundan tên malîn û vekirin

Ji bo vekirina rêyên taxên gundewar ên ku ji ber berfa zêde hatine girtin, ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê şev û roj xebatên xwe didomînin. Di xebatên ku li 17 navçeyan tên meşandin de, mudaxileyî 433 bûyeran hate kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku veguhastina li ser rêyên gundewar bêyî navber pêk were, têkoşîna dijî berfê bê rawestandin didomîne. Ji ber berfa zêde ya ku ji roja Duşemê heta Pêncşemê bariya, li taxên gundewar ên navçeyên wekî Baglar, Kayapinar, Sûr, Yenişehir, Pasûr, Licê, Erxenî, Farqîn, Bismil, Çinar, Gêl, Çungûş, Çermûg, Pîran, Karaz, Hêne û Hezroyê qalindiya berfê li hin deran di navbera 60 santîmetre û 2 metreyan de diguhere.

Li taxên gundewar karê zêde

Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, bi taybetî li ser rêyên gundewar ên ku berf lê zêde bariye, hûr bûne. Tevî şert û mercên dijwar ên hewayê û eraziyê, ji bo ku xebat neteqin, makîneyên kar û xebatkar bi dorvegerî li qadê wezîfedar in.

Mudaxileyî 433 bûyeran hate kirin

Di çarçoveya xebatan de, ekîban bersiv da 433 bangên ku ketibûn ser xeta Hawarê ya 112’an. Li ser îxbarên ji gundan hatin, rê hatin vekirin û bi vî awayî gihandina ekîbên tenduristiyê ya ji bo nexweşan û xalên hewcedar bi ewlehî hate dabînkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin dê li ser rêyên gundewar xebatên xwe yên têkoşîna dijî berfê berdewam bike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31