Li bajarê ku hemû rê ji bo trafîka wesayîtan vekirî ne, têkoşîna li dijî cemidandinê (qeşagirtinê) berdewam dike.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî ku arterên sereke di serî de hemû rê ji trafîka wesayîtan re vekirin, ji bo paqijkirina peyarêyan a li navenda bajêr şev û roj dixebite.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li dijî berf û qeşagirtina ku li bajêr didome, bi koordînasyona şaredariyên navçeyan ev 6 roj in xebatên xwe bênavber didomîne. Ji bo dabînkirina veguhestina ewle ya welatiyan, li qadê têkoşînek berfireh tê meşandin.
Tîmek ji 1120 kesan li ser wezîfeyê ye
Di çarçoveya xebatên têkoşîna li dijî berfê de; Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê û tîmên şaredariyên navçeyên Kayapinar, Sûr, Rezan (Baxlar) û Yenîşehîrê ku bi giştî ji 1120 kesan pêk tên, şev û roj li qadê wezîfedar in.
Arterên sereke û rêyên qerebalix vekirî ne
Bi barîna berfê re, di encama xebatên dijwar ên ku roja duşemê dest pê kirin de, hemû arterên sereke û rêyên li navenda bajêr bi rengekî ewle ji trafîka wesayîtan re hatin vekirin. Tîm, ji bo ku di veguhestinê de tu astengî dernekevin, berfa li kêleka rêyan û li ser peyarêkan kom bûye radikin.
Li ser peyarêkan xebatên qeşa û xwêkirinê
Li navçeyên Kayapinar, Rezan, Sûr û Yenîşehîrê, peyarê û pir û serbihûrk ji aliyê tîman ve ji berf û qeşayê tên paqijkirin û ji bo ewlehiya peyayan xebatên xwêkirinê tên kirin. Qeşayên ku li ser rêyên kolanên navçeyên navendî çêbûne jî bi makîneyên kar tên paqijkirin da ku pêşî li qezayên muhtemel bê girtin.
Li rêyên servîsê yên Bulwara Rihayê xwêkirin hat kirin
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin, li rêyên servîsê yên Bulwara Rihayê ku di bin berpirsiyariya Rêyên Bejayî de ye jî, li dijî cemidandinê xebatên xwêkirinê pêk anîn. Bi van xebatan hat armanckirin ku hem ewlehiya şofêran û hem jî ya peyayan bê parastin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
