Şaredarî di 24 saetan de bi hewara 111 bangînan rabû

Şaredariya Bajarê Mezin, di 24 saetan de mudaxaleyî 111 bangên lezgîn hat kirin û mexdûriyeta welatiyan hat çareserkirin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gorî îxbarên ku ji Navenda Bangê ya Alo 153 û xeta Hawarê ya 112’an hatin, di şert û mercên giran ên zivistanê de li taxên gundewarî yên 17 navçeyan mudaxaleyî 111 bûyerên lezgîn kirin û mexdûriyeta welatiyan çareser kirin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber berfbarîn û şert û mercên nebaş ên hewayê, tavilê bersiva daxwazên ku hatin, da. Tîmên ku li gorî îxbarên ji taxên gundewarî hatin rê vekirin; di 24 saetên dawî de li hin taxan rê ji ambûlansan re vekirin û gihandina nexweşan a nexweşxaneyan pêk anîn, li hin taxan wesayîtên ku asê mabûn bi alîkariya makîneyên kar rizgar kirin û li hin taxan jî bi xebatên rêvekirinê di rewşên lezgîn de bi hawara welatiyan ve çûn.

Li navçeyan 111 bangên lezgîn hatin bersivandin

Di çarçoveya xebatên hatine meşandin de tîman; li navçeyên Rezan, Çinar, Bajarê Nû (Yenişehir), Sûr û Peyasê 24, li Lîce û Erxeniyê 15, li Çermûgê 8, li Pasûr û Pîranê  7, li Hezroyê 6, li Gêl û Farqînê  5, li Karaz û Şankuşê (Çingûş) 4, li Hênê 9 û li Bismilê 2; bi giştî mudaxaleyî 111 bangên lezgîn kirin û daxwazên welatiyan bi cih anîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku li ser rêyên gundewarî çûnûhatineke ewle û bêserûber pêk bîne, wê xebatên xwe yên li dijî berfê berdewam bike.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31