Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber qeşagirtineke zêde mudaxileyî ambûlansa ku di rê de mabû kirin û rê vekirin. Bi saya vê mudaxileyê, tîmên tenduristiyê gihîştin jina ku neçar mabû li malê zarok bîne; dê û pitik piştî mudaxileya yekem, bi silametî birin nexweşxaneyê.
Tîmên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, piştî agahî girtin ku li Taxa Çulo ya navçeya Rezanê (Baxlar) ambûlansa ku ji bo birina jineke bi êşa zayînê ketibû rê ji ber qeşayê nikare biçe, bi lez ketin nav tevgerê. Tîmên ku sewqî herêmê hatin kirin, li ser rêgeha ambûlansê xebatên vekirina rê dan destpêkirin.
Mudaxileya di dema xwe de jiyana wan rizgar kir
Tîman qeşaya li ser rêya taxê paqij kirin û di demeke kurt de rê ji bo çûnûhatinê amade kirin. Tîman bi vê nehiştin, di nav taxê de jî qeşa şikandin û rê dan ku tîmên tenduristiyê bi ewlehî bigihêjin jina ku êşa wê zêde bibû. Jina ku êşa wê giran bibû û derfeta gihandina nexweşxaneyê tune bû, bi piştgiriya tîmên tenduristiyê li malê zarok anî.
Li cihê bûyerê, mudaxileyên pêşîn ên tenduristiyê ji bo dê û pitikê bi baldarî hatin kirin. Paşê, bi ambûlansa ku rêya wê hatibû vekirin, dê û pitika nûbûyî bi ewlehî gihandin nexweşxaneyê.
Şaredariya Bajarê Mezin dê tevî şert û mercên xirab ên hewayê jî, li seranserê bajêr xebatên xwe yên ku tenduristî û ewlehiya welatiyan dixe pêşiyê bidomîne.
Werger: Omer Dilsoz
Â
