Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber vekirina dibistanan, bi koordînasyona şaredariyên navçeyan re xebatên berfpaqijkirin û xwêkirinê li ser rêyên dibistanan zêde kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li dijî berf û qeşagirtina ku li seranserê bajêr bi bandor e, bi armanca ku xwendekar bi ewlehî bigihîjin dibistanên xwe, li ser rêyên dibistanan xebateke berfireh a paqijiyê dimeşîne. Di çarçoveya koordînasyona bi şaredariyên navçeyan re, li dibistanên navçeyên navendî xebatên berfpaqijkirin û xwêkirinê bênavber didomin.
Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan jî, ji ber ku roja duşemê dibistan vedibin, li ser rêyên sereke û yên veder ango paşîn ên ku dibistanên ser bi Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgehê lê ne, dest bi xebatê kirin. Ekîban berfa li ser rêyên dibistanan bi xebatên maliştinê bi temamî paqij kirin û çûnûhatina li ser wan rêyan ewle kirin.
Piştî paqijkirina berfê, li dijî rîska qeşagirtinê, li derdora dibistanan, li ser derbasokên peyayan û rêyên girêdanê xebatên xwêkirinê hatin kirin. Bi van xebatan tê armanckirin ku xwendekar, dê û bav û kedkarên perwerdehiyê ji neyîniyên ku dibe ku serê sibê çêbibin, bandor nebin.
Şaredariya Bajarê Mezin, dê li seranserê bajêr li ser hemû rêyên dibistanan xebatên malîna berfê, paqijî û xwêkirinê bidomîne.
Werger: Omer Dilsoz
Â
