Ji Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr serdana piştevaniyê bo DBB’yê

Dema ku xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên têkoşîna li dijî berfê berdewam dikin, endamên Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê, serdana Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatunî kir.

Endamên platformê, ji bo piştgiriya xebatên ku li navenda bajêr û navçeyan têne meşandin, hatin serdanê. Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun, şandeya platformê li navçeya Rezan (Baxlar), di hundirê Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan de ku wekî navenda koordînasyona têkoşîna li dijî berfê tê bikaranîn, pêşwazî kirin.

Di serdanê de mijarên sereke:

·        Nirxandina Qadê: Xebatên paqijkirina berfê, vekirina rêyan û têkoşîna li dijî qeşagirtinê yên li seranserê bajêr hatin gotûbêjkirin.

·        Plana Paşerojê: Di bareya girtina tevdîran de, ji bo rewşên mîna vê yên di paşerojê de werin jiyîn, rawêjkarî (îstîşare) hatin kirin.

·        Hêza Piştevaniyê: Girîngiya hevkariya di navbera rêveberiyên herêmî û rêxistinên civakî yên sivîl de hat destnîşankirin.

Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun kêfxweşiya xwe ya ji bo vê serdanê anîn ziman û destnîşan kirin ku ji bo di şert û mercên giran ên hewayê de karibin xizmeteke zûtir û bi bandortir pêşkêş bikin, çanda piştevaniyê û tevgera hevpar gelekî girîng e.

Werger: Omer Dilsoz

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31