Bi destwerdana zû û bilez a tîmên Agirkujiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şewata ku di Polîklînîkên Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Dîcleyê de derket, berî mezin bibe hat kontrolkirin.
Tîmên Serokatiya Daîreya Agirkujiyê, li ser agahdarkirina ku di 5’ê Çileya 2026’an de saet di 10:30’an de gihîşt saziya wan, bi awayekî bilez destwerdan li Polîklînîkên Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Dîcleyê kirin.
Tîmên ku gihîştin cihê bûyerê, li hema hema hemû qatên avahiyê bi dûmaneke zêde re rû bi rû man. Di lêkolîna yekem de hat tespîtkirin ku şewat ji kabloyên di şafta elektrîkê ya hundirê avahiyê de derketiye. Bi saya destwerdana zû û bibandor, şewat berî mezin bibe hat vemirandin.
Ji bo ewlehiyê welatiyên di hundirê avahiyê de bûn hatin derxistin (tehliyekirin) û li hemû qatan kontrolên hûrgilî hatin kirin. Piştî rakirina neyîniyan, lêkolîna li cihê bûyerê bi dawî bû û avahî radestî berpirsyaran hat kirin.
Di lêkolînên teknîkî yên li cihê şewatê de, li ser kabloyên elektrîkê û alavên girêdanê şopên karbonîbûn û tîrêjên (ark) ji ber germbûna zêde hatin dîtin. Hat nirxandin ku çavkaniya sereke ya şewatê, temenê teknîkî û aborî yê sazkariya (tesîsat) elektrîkê ya avahiyê bi dawî bûye.
Werger: Omer Dilsoz
Â
