Civata Giştî ya Konseya Bajêr a Amedê taloqî 24ê çileyê hat kirin

32emîn Civata Giştî ya Asayî ya Konseya Bajêr a Amedê ku biryar bû bi rojeva avahîsaziyên bêplan ên li derdora Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî û her wiha dagirkirina qadên hevpar ên bajêr bicive, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê taloqî 24ê Rêbendanê hat kirin.

Konseya Bajêr a Amedê berê ragihandibû ku civata giştî dê roja şemiyê, 10ê Rêbendanê (çile) were lidarxistin, lê hat diyarkirin ku ji ber hewayê ev civat ji bo 24ê Rêbendanê hatiye bipaşxistin. Di daxuyaniya nivîskî ya Konseya Bajêr de hat destnîşankirin ku biryara taloqkirinê ji bo beşdariyeke saxlem û ewle hatiye girtin û wiha hat gotin: “32emîn Civata Giştî ya Asayî ya Konseya Bajêr ku dihat plankirin roja şemiyê 10ê Rêbendanê pêk were, ji ber şert û mercên hewayê yên heyî û barafîbarîna ku tê payîn roja 9ê Rêbendanê dîsa dest pê bike, taloqî roja şemiyê 24ê Rêbendanê hatiye kirin.”

Rojev neguherî

Tê payîn ku di civata giştî de, ji bilî avahîsaziyên bêplan ên li derdora Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî ya dîrokî, mijara dagirkirina qadên wekî meydan, cade, kolan û peyarêyên bajêr jî bi berfirehî were nîqaşkirin.

Tê pêşbînîkirin ku biryarên di civata giştî ya 24ê Rêbendanê de werin girtin, bi saziyên têkildar re werin parvekirin û ji raya giştî re werin ragihandin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery