Bergeha spî û dîrok gihîştin hev: Dîmenên bêhempa ketin ber lensan

Barîna berfê ya li Amedê, di nava tevna dîrokî ya bajêr, park û meydanan de dîmenên pir xweşik derxistin holê.

Li Amedê barîna berfa zêde ya hefteya borî her çend jiyana rojane hinekî zehmet kiribe jî, dîroka hezar salan û bedewiyên xwezayî yên bajêr bi perdeyeke spî pêça û dîmenên bêhempa afirandin. Sûrên Amedê, Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî ku di Lîsteya Kelepora Cîhanê ya UNESCOyê de ne, di bin berfê de bûn xwedî bedewiyeke cuda.

Li navçeyên navendî yên Peyas, Rezan, Sûr û Bajarê Nû; kolan, park û meydanan bi barîna berfê re wek şahiyeke dîtbarî dîmenên rengîn pêşkêş kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31