Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, li OSB’ê serdana wan kargehan kirin ên ku ji ber berfê zerar dîtine.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) serdana wan kargehan kirin ên ku ji ber berfa zêde zerar dîtine.
Hevşaredar Bucak û Hatun, ewilî serdana Serokê Lijneya Rêveberiya OSB’ê Mustafa Fidan û endamên lijneyê kirin. Di hevdîtinê de, li ser xebatên ku piştî berfa li bajêr hatine meşandin, danûstendina ramanê hate kirin.
Serdana fîrmayên ku ji berfê zerar dîtine
Hevşaredaran piştî hevdîtinê, serdana kargehên li OSB’ê kirin û ew karsaziyên ku ji ber berfê banên wan hilweşiyane li şûna wan lêkolîn kirin. Hevşaredaran daxwazên "derbasbûnê" gihandin xwediyên fîrmayan û bal kişandin ser girîngiya kontrolan da ku pirsgirêkên bi vî rengî dubare nebin.
Xwediyên fîrmayan jî pirsgirêk û zehmetiyên xwe ji hevşaredaran re ragihandin û kêfxweşiya xwe ya ji ber vê serdanê anîn ziman. Nûnerên karsaziyan diyar kirin ku piştgirî û piştovanî ji bo wan xwedî girîngiyeke mezin e û spasiya hevşaredaran kirin.
Di vê serdanê de Sekreterê Giştî yê DBB’ê Emrullah Gorduk, Hevberdevkên Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin û endamên meclîsê bi hevserokan re bûn.
Werger: Omer Dilsoz
Â
