Li Çêrmûgê ji bo jinan kursên pîşeyî, ji bo xwendekaran piştgiriya etûdê dest pê dike

Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Çêrmûgê Navenda Civakî ya Pirarmanc hate vekirin. Di navendê de serlêdanên ji bo kursên pîşeyî yên jinan, piştgiriya etûdê ya xwendekaran û çalakiyên civakî yên ciwanan heta 18’ê Rêbendanê berdewam dikin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca zêdekirina beşdariya jinan di pêvajoyên hilberînê de û piştgirîkirina perwerdehiya xwendekaran, Navenda Civakî ya Pirarmanc a Çêrmûgê vekir.

Navend, bi hevkariya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê xebatên xwe bimeşîne. Li navenda ku kontenjanên wê sînorkirî ne, serlêdan heta 18’ê Rêbendanê dewam dikin. Welatiyên ku dixwazin serlêdanê bikin, dikarin serî li Navenda Civakî ya Pirarmanc a Çêrmûgê ya li Taxa Tepe, Kolana Adliyeyê bidin.

Ji bo jinan kursa tekstîl û sêwirandina modayê

Di navendê de ji bo jinan "Kursa Tekstîl û Sêwirandina Modayê" were lidarxistin. Bi vê kursê tê armanckirin ku beşdariya jinan a di hilberînê de were xurtkirin û ew bi awayekî çalak tevli jiyana aborî bibin.

Her wiha ji bo zarokên jinên ku tevli kursan dibin, "Odeya Lîstikan a Zarokan" xizmetê bide. Bi vî awayî tê armanckirin ku jin bi hêsanî tevli perwerdeyan bibin.

Ji bo xwendekarên LGS’ê piştgiriya etûdê

Di navendê de ji bo xwendekarên polên 7 û 8’an ên ku xwe ji bo ezmûna LGS’ê amade dikin, bernameya etûdê were sepandin. Bi dayîna dersên Matematîk, Zanistên Fenê û Tirkî, tê armanckirin ku serkeftina xwendekaran di ezmûnan de zêde bibe. Di çarçoveya bernameyê de xizmeta şêwirmendiyê jî were pêşkêşkirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê jî plan dike ku li Navenda Civakî ya Pirarmanc a Çêrmûgê; geştên dîrokî û çandî, meşên xwezayê, li navend û gundên Çêrmûgê Şahiyên Werzîşê yên Kolanê û di mehên biharê de jî di navbera ciwanan de Turnuvaya Futbolê ya Gundî li dar bixe.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31