Hevşaredar Bucak: Me amadekariyên xwe yên xebata li dijî berfê temam kirin

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, piştî hişyariya Meteorolojiyê ragihand ku Koordînasyona Xebata li dijî Berfê li Amedê bi 1500 xebatkar û 280 wesayîtan amadekariyên xwe temam kirine.

Koordînasyona Xebata li dijî Berfê ya ku bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi beşdariya şaredariyên navçeyan hatî avakirin, li kampusa Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan a li navçeya Rezanê (Baxlar) civînek pêk anî û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyên Peyas, Sûr, Rezan û Bajarê Nû, Hevberdevkên Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, Sekreterê Giştî yê DBB’ê Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Serdar Bakiroglu, Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Mehmet Şerîfoglu û serokên daîreyan amade bûn.

Hevşaredar Bucak: Amadekarî temam bûn

Hevşaredar Serra Bucak di daxuyaniyê de axivî û bi bîr xist ku Meteorolojiyê ji bo rojên în û şemiyê hişyariya 10-20 santîmetre berfê daye. Bucak diyar kir ku li ser vê hişyariyê, wan bi Şaredariya Bajarê Mezin, şaredariyên navçeyan û Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê re amadekariyên xwe temam kirine. Bucak got: “Li hemberî berfa ku tê payîn bibe 10 heta 20 santîmetre, ekîbên me yên Şaredariya Bajarê Mezin, Rezan, Peyas, Bajarê Nû, Sûr û DÎSKÎ’yê ji bo berfa ku wê sibê dest pê bike hemû tevdîrên xwe girtine.”

Bucak destnîşan kir ku li dijî rîska berf, cemed û qeşayê ekîb amade ne û xebat wê roja înê saet di 04:00’an de dest pê bikin. Her wiha diyar kir ku ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan û şaredariyên navçeyan wê li qadê bin û pêşî li ser rêyên sereke, rêyên nexweşxaneyan û cihên qelebalix mudaxele bikin.

Li dijî rîska reniyê ekîb şandin navçeyan

Bucak bal kişand ser metirsiya şepeyê (herifîna berfê) ya li navçeyên Pasûr û Licê û got ku wan ekîbên rizgarkirinê yên îtfaiyeyê, personelên teknîkî û amûrên valakirina avê şandine van navçeyan. Her wiha li Licê li dijî rîska lehiyê jî ekîb hatine bicihkirin.

‘1500 kes û 280 wesayît wê wezîfedar bin’

Bucak diyar kir ku di çarçoveya têkoşîna li dijî berfê de li seranserê bajêr 280 wesayît û 1500 xebatkar wê li ser kar bin. Her wiha got ku ew ê bi Walîtiya Amedê, Midûriyeta Rêyên Bejayî ya Herêma 9’an, AFAD û saziyên têkildar re di nava koordînasyonê de bin.

‘Veguhestina giştî tercîh bikin’

Hevşaredar Bucak banga hişyariyê li welatiyan kir û wiha got: “Ji kerema xwe heta ku ne mecbûrî be di vê sermayê û cemedê de bi wesayîtên xwe yên taybet dernekevin trafîkê. Heke hûn derkevin jî teqez tevdîrên wekî zincîr û tekerên zivistanê bigirin. Wesayîtên me yên veguhestina giştî di xizmeta we de ne; ji bo ku hûn bi pirsgirêkên cemed û qeşayê re rû bi rû nemînin, veguhestina giştî tercîh bikin.”

‘Em ê li qadê bin’

Bucak bi bîr xist ku di rewşên awarte de wekî ketina baniyan, qezayên ji ber qeşayê û teqîna boriyên avê, Navenda Bangê ya Alo 153 a Şaredariya Bajarê Mezin 7/24 di xizmetê de ye û got: “Hûn dikarin her dem xwe bigihînin me. Em ê van rojan li qadê bin û xizmetên xwe bênavber bidomînin. Em ji gelê xwe re rojeke bê pirsgirêk, bê qeza û bela dixwazin.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery