Di Fabrîkaya Nanê Gel de montaja firinan tê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku welatî bi bihayên guncan bigihîjin maddeyên xwarinê yên bingehîn, di Fabrîkaya Nanê Gel de ku bi kapasîteya rojane 100 hezar nanî hatiye sêwirandin, xebatên montaja firinan dimeşîne.

Di çarçoveya têgihîştina şaredariya civakî de, xebatên avakirina Fabrîkaya Nanê Gel ku ji aliyê Daîreya Karên Fenê ve li Taxa Bagcilar a navçeya Rezanê tê meşandin, berdewam dikin. Tesîsa ku bi makîneyên tam otomatîk û teknolojiya herî dawî tê stajkirin, bi rengekî ku hem leza hilberînê zêde bike û hem jî standardên hîjyenê derxîne asta herî jor hatiye sêwirandin.

Piştî ku beşeke mezin a xebatên înşatê bi dawî bû, di fabrîkayê de qonaxa donanîma teknîkî dest pê kir.

Montaja firinan berdewam dike

Li Fabrîkaya Nanê Gel danîn û montajkirina firinan didome; tîm di heman demê de xebatên sîwax, gêc û tesîsata hundirîn a avahiyê jî bi hev re dimeşînin.

Rojane wê 100 hezar nan bêne hilberandin

Fabrîkaya Nanê Gel ku li ser qadeke girtî ya 4 hezar û 500 metrekare hatiye avakirin, gava bi dawî bibe; di qonaxa pêşî de wê bi kapasîteya rojane 40 hezar, di pêvajoya pêş de jî bi 100 hezar nanî bibe yek ji tesîsên hilberînê yên girîng ên Amedê.

Nanê bi bihayê guncan wê bigihîje gel

Nanên ku di tesîsê de bêne hilberandin, di serî de ji bo welatiyên ku dahata wan têra pêdiviyên wan ên bingehîn nake û ji bo hemû gelê Amedê bi bihayên guncan bêne pêşkêşkirin. Nan wê bi rêya bufeyên nanê gel ên ku li her derê bajêr bêne avakirin, bêne firotin.

Wê bibe piştgirî ji bo îstihdamê

Bi faliyetêketina vê tesîsa modern a ku tê armanckirin piştgiriyeke girîng bide hewcedariya nan a bajêr, wê derdora 100 kesî bêne îstihdamkirin. Tê payîn ku bi xebatkarên li bufeyên nanê gel re hejmara îstihdamê hîn bêtir zêde bibe.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31