Li Çungûşê di bilindahiya 1500 metreyî de rê ji berfê tên paqijkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Çungûşê ya ku berfeke zêde lê bariya ye, ji bo vekirina rêyên taxên gundewarî yên di bilindahiya 1500 metreyî de xebatên xwe 7/24 didomîne.

Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin û bi beşdariya şaredariyên navçeyan "Kordînasyona Têkoşîna bi Berfê re" hat avakirin. Ev kordînasyon li navenda bajêr li ser rêyên sereke, cihên niştecihbûnê û li derdora nexweşxaneyan xebatên xwe didomîne. Di heman demê de, tîmên Serokatiya Daîreya Avakirin, Parastin û Çakkirina Rêyan jî li ser rêyên taxên gundewarî bi dijwarî dixebitin. Tîman piranîya rêyên 35 taxên navçeyê ji çûnûhatinê re vekirin û niha li ser 5 komên rêyên taxan xebatên paqijkirina berfê didomînin.

‘Me piranîya rêyan vekirin’

Li navçeya Çungûşê ya ku ji 29ê Kanûnê ve berf lê dibare, tîm ji bo vekirina rêyên taxên gundewarî yên di bilindahiya 1500 metreyî de hewildaneke mezin didin. Şefê qadê yê Serokatiya Daîreya Avakirin, Parastin û Çakkirina Rêyan Umut Demirkol diyar kir ku piştî berfa duh, hemû rêyên 35 taxên navçeyê di bin berfê de mane.

Demirkol got: “Em bi tîmên xwe, bi 2 loder, 2 greyder û 1 qizîker-barker (beko loder) û bi alîkariya 15 xebatkaran mudaxele dikin. Me piranîya van rêyan vekirine. Tenê 5 komên rêyên taxên me girtî ne. Ev 5 komên rêyan tevî gundikên (mezra) xwe qasî 200 kîlometre rê ne. Tîmên me mudaxele li van rêyan jî kirine.”

‘Em 24 saetan li ser wezîfeya xwe ne’

Demirkol bal kişand ser şert û mercên dijwar ên xwezayê û destnîşan kir ku li rêyên taxên Poladê, Textemaşatê, Alyoz û Ardûvê xebatên têkoşîna bi berfê re berdewam dikin. Demirkol ragihand ku li hin cihan qalindahiya berfê ji metreyekê derbas bûye û wiha axivî:

“Hemû tîmên me li ser bingeha 24 saetan dixebitin. Em armanc dikin ku di demeke kurt de piranîya van rêyan vekin. Heya niha me qadekî 60-70 kîlometreyî ji bo çûnûhatina peya û wesayîtan vekiriye. Xebatên me bê navber didomin. Armanca me ew e ku em vê rewşa krîzê bi temamî ji holê rakin û gihîştina ewle ya welatiyên me ji bo cihên pêwîst dabîn bikin.”

 

Image Gallery