Serdana Spasiyê ya Komeleya Çermûk-Çungûşê û Mixtaran Bo Hevşaredaran

Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Navçeyên Çermûk û Çungûşê û Taxên Derdorê Mustafa Sav, tevî endamên lijneya rêveberiyê û mixtarên navçeyan, serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun kirin û ji ber xizmetên li her du navçeyan hatine kirin spasiya wan kirin.

Şandeya komeleyê ya ku li Stenbolê xebatên xwe dimeşîne, di hevdîtina bi Hevserokan re bal kişand ser girîngiya xizmetên ku bandoreke yekser li jiyana rojane ya welatiyan dikin. Şandeyê kêfxweşiya xwe ya derbarê xebatên li qadên veguhastin, ava vexwarinê, binesazî, xizmetên gundewarî û bi taybetî jî têkoşîna li dijî berfê de anî ziman.

Xebatên Veguhastinê û Têkoşîna li Dijî Berfê

Di serdanê de, bi taybetî xebatên paqijkirina berfê, vekirina rêyan û tevdîrên li dijî qeşagirtinê yên li taxên gundewarî yên bilind hatin gotûbêjkirin. Hat destnîşankirin ku Şaredariya Bajarê Mezin bi koordînasyona şaredariyên navçeyan, ji bo rêyên gundewarî girtî nemînin 24 saetan dixebite; bi taybetî ji bo gihîştina xizmetên tenduristiyê û perwerdeyê hewleke mezin tê dayîn.

Mixtaran diyar kir ku ev xebatên zivistanê rê li ber mexdûriyeta welatiyan digire û dabînkirina ewlehiya rêyan li gundan xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Daxwaz Hatin Ragihandin

Di hevdîtinê de, pirsgirêkên navçeyên Çermûk û Çungûşê yên di warê ava vexwarinê, binesazî û kanalîzasyonê de jî hatin nirxandin. Mixtaran û rêveberên komeleyê daxwazên xwe yên sereke gihandin Hevserokan û li ser pêşniyarên çareseriyê danûstandina ramanan kirin. Hat diyarkirin ku berdewamiya xebatên binesaziyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên havînê gelekî girîng e.

Spasî û Tezkîda li ser Piştevaniyê

Di dawiya serdanê de, şandeyê ji bo xizmetên Şaredariya Bajarê Mezin ku ji bo baştirkirina şert û mercên jiyana welatiyan têne meşandin, spasiya Hevserokan kir.

Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun jî bal kişandin ser girîngiya guhdarkirina daxwazên gel û danûstandina bi mixtar û rêxistinên civakî re û destnîşan kirin ku xizmet dê bi piştevaniya hevpar û bi aqilê kolektîf berdewam bikin.

 

Image Gallery