Li Seranserê bajêr xebatên paqijiyê yên berfireh

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi helîna berfê re, ji bo paqijkirina bermayiyên ku li ser rêyên sereke û li kêleka peyarêkan kom bûne, bi alîkariya wesayîtên vakumî û tîmên qadê xebatên xwe yên paqijiyê didomîne.

Tîmên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, piştî barîna berfê û helîna wê, ji bo paqijkirina herî, mircik û bermayiyên ku li ser rûyê rêyan û peyadeyan çêbûne, xebateke berfireh dimeşînin. Li gel wesayîtên vakumî yên rêpalaştinê, xebatkarên paqijiyê jî bi destan rêyan dipalêşin û bermayiyan kom dikin.

Xebat li navendê û rêyên Ssreke hatine zêdekirin

Xebat, bi taybetî li ser rêyên sereke û rêyên girêdanê yên ku trafîka peyade û wesayîtan lê zêde ye, hatine hûrkirin. Di vê çarçoveyê de; li Cadeya Elezîzê, Bulvara Rihayê, Bulvara Qamişlo, rêyên Zanîngeha Dîcleyê û Fîskayayê, Cadeya Hayatî Avşar, rêya Pira Dehderî, kolan û cadeyên di nav Sûrê de û Bulvara Dîclekentê (ji Çerxa Dinyayê heta rêya Girtîgeha Nû) xebatên paqijiyê têne kirin. Her wiha li ser xeta Nexweşxaneya Lêkolînê–Stadyûmê, derdora Otogar û Otogara Navçeyan û qada tijekirina otobûsên CNG’yê jî xebat berdewam dikin.

Li Baglarê paqijiya rê û peyarêkan

Li navçeya Rezanê jî li ser cadeyên Sento, Turgut Ozal, Ahmet Kaya, Aram Tigran, Molla Guranî, Newroz, Evrim Alataş, Çevlik, Orhan Dogan, Yeni Hal 2, Mehmed Uzun, Hasankeyf, Hashavar, Bediûzzaman Said Nursî, Avaşîn û Azadiyê xebatên paqijiya rê û peyarêkan têne kirin.

Ji aliyê din ve, di çarçoveya dewriye yan şevê de, li Cadeya Emekê, Cadeya Turgut Ozal û Cadeya Hat Boyuyê bi wesayîtên vakumî xebatên paqijiyê dê berdewam bikin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo bajarekî paqijtir û saxlemtir, xebatên paqijiyê di çarçoveya bernameya diyarkirî de berdewam bike.

 

Image Gallery