Ekîbên "Çareseriya li Cih" ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gorî têgihiştina xebatê ya ku têkiliya rasterast a bi gel re û hilberandina çareseriyên di cih de esas digire, xebatên xwe yên li qadê didomînin.
Ekîbên Têkiliyên bi Gel re yên ser bi Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên bi Gel re, bi welatiyên ku pirtûkxaneyên ser bi şaredariya me ve bikar tînin re hatin bal hev û daxwaz, pêşniyar û gilî û gazincên wan di cih de guhdar kirin. Di vê xebatê de, her wiha nêrîn û bendewariyên welatiyan hatin qeydkirin.
Daxwaz û Pêşniyar Hatin Notkirin
Daxwaz û pêşniyarên welatiyan ên der barê perwerde, atmosfera xebatê, derfetên gihîştinê û xizmetên şaredariyê de, ji hêla ekîbên Çareseriya li Cih ve hatin notkirin da ku pêşkêşî yekeyên peywendîdar werin kirin. Ekîban destnîşan kir ku her sernavê ku ji hêla welatiyan ve hatiye ragihandin dê were nirxandin û pêvajoya çareseriyê dê ji nêz ve were şopandin.
Xetên Têkiliyê Hatin Nasandin
Di dema xebatên li qadê de, der barê kanalên têkilî û serîlêdanê yên Şaredariya Bajarê Mezin de jî agahiyên berfireh hatin dayîn. Hat bibîrxistin ku şaredarî li ser bingeha 7 rojan û 24 saetan xizmetê dide û hat parvekirin ku welatî dikarin daxwaz û pêşniyarên xwe bi ser Navenda Bangê ya ALO 153 û xeta WhatsAppê ya bi hejmara 0412 153 00 00 ragihînin.
Her wiha, bal hat kişandin ser mekanîzmayên piştgiriyê yên ji bo jinan û Xeta Alo Şiddetê ya 444 36 21 hat nasandin. Hat destnîşan kirin ku ev xet, kanaleke girîng a serîlêdanê ye ku jin dikarin di her kêliya pêwîst de piştgiriyê jê bigirin.
Di dawiya xebatên agahdarkirinê de, ekîbên Çareseriya li Cih defter û pênûsên ku agahiyên têkiliyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser in, wekî diyarî pêşkêşî bikarhênerên pirtûkxaneyê kirin.
Xebatên Çareseriya li Cih dê li xalên cuda yên bajêr û di qadên cuda yên xizmetê de berdewam bikin.
Â
