Sertîfîkayên kursiyerên Atolyeya Riwekên Tibî û Aromatik hatin dayîn

Belgeyên beşdarbûnê pêşkêşî 150 jinên ku beşdarî "Atolyeya Çandiniya Riwatên Tibî û Aromatik" a Şaredariya Mezin a Amedê bibûn, hatin kirin. Ev atolye li 5 navendên jiyana jinan hatibû destpêkirin û 3 mehan dom kir.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ji bo bibîrxistina girêdana qedîm a jinan a bi xwezayê re, "Atolyeya Çandiniya Riwatên Tibî û Aromatik" dabû destpêkirin û ev xebat bi dawî bû. Atolye li Navendên Jiyana Jinan ên Quça, Ben û Sen, Lalebey, Koşuyolu û Yenikoyê di nav 8 komên cuda de hatin organîzekerin û 150 kursiyer beşdar bûn. Di perwerdeyan de li ser girîngiya riwatên tibî û aromatik, beşên wan ên ku tên bikaranîn û awayê çandiniya wan agahî hatin dayîn.

Di dawiya atolyeyê de, li Salona Konferansê ya Alî Emîrî merasîmek hat lidarxistin û belgeyên beşdarbûnê pêşkêşî kursiyeran hatin kirin. Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Mezin Demet Ceylan, Alîkara Sekreterê Giştî Zerin Turk, Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer û gelek jin beşdarî merasîmê bûn.

‘Me girêdana xwe ya bi xwezayê re dîsa xurt kir’

Perwerdekara kursê Sinem Akyol di vekirinê de axivî û diyar kir ku di vê pêvajoyê de wan bi jinan re riwek nas kirine, feyde û zerarên wan hîn bûne. Akyol got: “Me sîrke çêkir, şitil çandin, em hînî axê bûn û me girêdana xwe ya bi xwezayê re dîsa xurt kir. Dema jin hildiberîne civak qezenc dike; jin, wekî gelek qadan, perçeya herî xurt a hilberîna domdar e.”

Di çalakiyê de, sînevîzyonek ku nîşan dida jinan di dirêjahiya kursê de çi hilberandine hat nîşandan.

‘Em ê girêdan û piştevaniya xwe bidomînin’

Piştre Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer axivî û got: “Ev xebat, di qada polîtîkayên jinan de yek ji wan xebatên ku em herî zêde girîngiyê didinê ye. Bîra jinên şîfakar ên beriya bi hezaran salan hildigire û tîne îro. Îro hewl tê dayîn ku jin di malan de werin girtin û ji qada giştî werin dûrxistin. Em biryardar in ku di van qadan de midaxele bikin. Ev xebat li vir bi dawî nabe; em dixwazin encamên wê li qadê, li zeviyan û li cihên firotina hilberînan jî bibînin. Di demeke nêz de tesîsa me dê were avakirin, em dixwazin hûn jêhatîbûnên xwe yên ku we bi dest xistine li wir jî nîşan bidin. Ev ne dawî ye; îro hûn ê belgeyên beşdarbûnê bistînin lê em ê girêdan û piştevaniya xwe bidomînin.”

‘Em ê bi hev re jiyanekê di nava xwezayê de ava bikin’

Hevberdevka Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan jî wiha axivî: “Îro li vir bi hev re bûn ji bo me pir biqîmet e. Em ji bo keda we spasiya we dikin. Em hewl didin ku jin di her qada jiyanê de hebin. Jin dê bi hev re jiyaneke nû di nava xwezayê de ava bikin.”

Piştî axaftinan belgeyên beşdarbûnê pêşkêşî jinan hatin kirin.

 

Image Gallery