Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana Çarşiya Aşefçiyan kirin û bi esnafan re hatin cem hev; daxwaz û pêşniyarên wan li cihê wê guhdar kirin.
Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun, li navçeya Sûrê, li Çarşiya Aşefçiyan geriyan. Hevşaredarên ku dikan bi dikan geriyan, bi esnafan re sohbet kirin û li ser xebat û xizmetên şaredariyê nêrîn û daxwazên wan girtin.
Di serdanê de, esnafên çarşiyê di serî de li ser mercên aborî û gelek mijarên din, daxwazên xwe gihandin Hevşaredaran.
Di vê serdanê de, Hevberdevkên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan û Ayhan Karatekin û endamên meclîsê ligel Hevşaredaran bûn.
Â
