Civîna Meclîsa Ziman a Konseya Bajêr hat lidarxistin

Meclîsa Ziman a Konseya Bajêr a Amedê, civîna xwe ya asayî ya duyemîn pêk anî.

Civîna Asayî ya 2'emîn a Konseya Bajêr li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat kirin. Tevî endamên Konseya Bajar; endamên meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hevşaredarên navçeyan, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û nûnerên saziyên ku di warê ziman de xebatan dimeşînin beşdarî civînê bûn.

Di civînê de endamên Lijneya Dîwanê axaftinên destpêkê kirin. Di bernameyê de hat diyarkirin ku armanca bingehîn a Meclîsa Ziman parastin û pêşxistina pêkhateya dêrîn a pirzimanî ya Amedê ye û dabînkirina xuyabûna wê ya di jiyana giştî de ye. Hat destnîşankirin ku meclîs avahiyek e ku hemû zimanên bajêr wekhev qebûl dike, berdewamiya çandî li ber çavan digire û polîtîkayên li gorî mekanîzmayên demokrasiya herêmî hildiberîne.

Di civîna ku plana çalakiyê û rêziknameya Meclîsa Ziman hatin nirxandin de, beşdaran jî derbarê xebat û plansaziyên Meclîsa Ziman de nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31