Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, serdaneke piştevanî û piştgiriyê ji bo Komeleya Têkoşîna Dijî Pençeşêrê - Jiyana Nû pêk anî.
Midûriyeta Şaxa Nexweşiyên Nadir û Kronîk a ser bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, di çarçoveya berpirsiyariya civakî de ji bo Komeleya Têkoşîna Dijî Pençeşêrê - Jiyana Nû ya Amedê serdaneke piştevanî û piştgiriyê li dar xist.
Midûra Şaxa Nexweşiyên Nadir û Kronîk Sevda Erdem Ateş, xebatkara midûriyeta şaxê, Serokê Komeleya Jiyana Nû Şukru Abay û nûnerên taxan ên komeleyê ku jinên nexweşên pençeşêrê ne, beşdarî çalakiyê bûn.
Midûra Şaxê Ateş di serdanê de axivî û li ser xizmeta "taksiya civakî" ya ji bo nexweşên onkolojiyê, şêwirmendiya psîkolojîk û xebatên piştgiriya civakî yên ji bo nexweş û xizmên nexweşan agahî dan. Ateş diyar kir ku ev xizmet gihîştina nexweşan a ji bo dermankirinê hêsan dikin û di warê psîkososyal de hêzê didin wan.
100 êlek hatin diyarîkirin
Di çarçoveya serdana piştevanî û piştgiriyê de, ji bo ku di xebatên komeleyê, di 4’ê Sibatê Roja Pençeşêre ya Cîhanê û di organîzasyonên din de werin bikaranîn, 100 êlekên ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Nexweşiyên Nadir û Kronîk ve hatibûn amadekirin, radestî komeleyê hatin kirin.
Serokê Komeleyê Şukru Abay jî bal kişand ser xebatên girîng ên Şaredariya Bajarê Mezin ên di warê nexweşiya pençeşêrê de û diyar kir ku ev serdan û piştevaniya hatî avakirin, hêzê dide xebatên ji bo bilindkirina kalîteya jiyana nexweşan.
Werger: Omer Dilsoz
Â
