Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo piştgiriya perwerdeya belaş bide xwendekarên ku li Navenda Etudê ya Akademiya Huzurevleriyê xwe ji ezmûna LGS’ê re amade dikin, dest bi wergirtina serlêdanan kir.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên ku xwe ji ezmûna Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) re amade dikin, bernameya piştgiriya etudê ya belaş da destpêkirin. Di çarçoveya Navenda Etudê ya Akademiya Huzurevleriyê de pêvajoya qeydkirinê ji bo bernameya piştgiriyê dest pê kir.
Di çarçoveya bernameyê de dê bi rêkûpêk ezmûnên ceribandinê ji bo xwendekaran werin sepandin û bi rêya servîsa rêberiyê, pêvajoya akademîk a xwendekaran dê ji nêz ve were şopandin. Bi vê piştgiriya etudê ya ku bi awayekî belaş tê pêşkêşkirin, tê armanckirin ku xwendekar bi şêwazekî bêtir plankirî û berhemdar xwe ji LGS’ê re amade bikin.
Serlêdan bi serhêl û şexsî tên wergirtin
Xwendekarên ku dixwazin serlêdanê bikin, dikarin li ser navnîşana https://diyarbakir.bel.tr/lgs-basvuru bi awayekî online (serhêl) qeyda xwe bikin. Her wiha serlêdan li van navendan jî bi awayekî şexsî tên wergirtin:
Akademiya Sûrê
Akademiya Huzurevleriyê
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî (Li kampûsa Sumerparkê)
Ji bo qeydkirinê roja dawî ya serlêdanan wekî 13’ê Sibatê roja Înê hate diyarkirin.
Â
