Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), daneyên der barê 258 jinên ku ji ber tundiyê serlêdan kirine aşkere kir. Di raporê de cureyên tundiyê, sedemên serlêdanan, rewşên rîskê û daxwazên jinan bi hûrgulî bi raya giştî re hatin parvekirin.
Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a DBB’ê, "Rapora Tundiya li Ser Jinan" ya ku li gorî serlêdanên sala 2025’an hatiye amadekirin, li Salona Konferansê ya Alî Emîrî bi civîneke çapemeniyê nîşanî raya giştî da.
Gurbuz Sumer: ‘Ev dane ji bo bajêr nexşerêyek in’
Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer di civînê de axivî û diyar kir ku DÎKASUM ne tenê ji bo şaredariyê, ji bo hemû herêmê navendeke girîng a tenduristî, şêwirmendî û piştevanî ya jinan e. Sumer bi bîr xist ku di pêvajoya qeyûm de navend hatibû bêweckirin û got: "Piştî vekirina navendê, di nava salekê de ev der bûye navendek ku jin ji bo her cure tundiya li ser bingeha zayendî serlêdanê dikin û destwerdanên lezgîn lê tên kirin."
Sumer destnîşan kir ku divê ev dane wekî statîstîkên hişk neyên dîtin û ev xebat ji bo çalakiyên dahatû nexşerêyeke biqalîte pêşkêş dike.
Herî zêde daxwaza piştgiriya aborî û psîkolojîk hat kirin
Rapor li gorî daneyên DÎKASUM, Malên Hewandina Jinan û Xeta Alo Tundiyê hatiye amadekirin. Li gorî raporê:
Di sala 2025’an de 393 serlêdan hatine kirin (352 ji bo DÎKASUM, 41 ji bo Xeta Alo Tundiyê).
165 jinan daxwaza piştgiriya aborî, 123 jinan daxwaza piştgiriya psîkolojîk kirine.
Di sedemên serlêdanê de; 142 jin ji ber tundiya aborî, 94 jin ji ber tundiya psîkolojîk û 32 jin jî ji ber tundiya fîzîkî serî lê dane.
Canê 30 jinan di rîskê de ye
Di raporê de hate tespîtkirin ku canê 30 jinan di bin rîskeke mezin de ye. Her wiha hate diyarkirin ku ji ber erkên lênihêrîna zarok, extiyar û nexweşan, barê 176 jinan giran e û ev yek têkoşîna wan a li dijî tundiyê zehmettir dike. Hate ragihandin ku 206 jin di karekî de naxebitin û serbixwebûna wan a aborî nîn e.
Di Malên Hewandinê de 258 jin û 173 zarok man
Di sala 2025’an de di malên hewandinê de 258 jin û 173 zarok hatin mêvankirin. Ji van jinan 207 jê bi çîroka tundiyê, 51 jê jî ji ber hewcedariya stargehê serî lê dane. Serlêdanên herî zêde di navbera koma temenê 18-33 salî de ne.
‘Tundî ji sedî 88 di nav malbatê de ye’
Di raporê de hate destnîşankirin ku tundî ne pirsgirêkeke kesane ye, pirsgirêkeke polîtîk û pergalî ye. Hat xuyakirin ku ji sedî 88ê tundiyê di qada taybet de, yanî di nava malbatê de pêk tê.
Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan di dawiya raporê de bang kir ku divê polîtîkayên jin-navend werin xurtkirin, hejmara malên hewandinê werin zêdekirin û serbixwebûna aborî ya jinan were piştgirîkirin.
Â
