Ji 3 hezar û 545 esnafan re serdana "Çareseriya di Cih de"

Ekîbên "Çareseriya di Cih de" yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li 30 taxên navçeyên Rezan, Peyas (Kayapinar), Yenişehir û Sûrê 3 hezar û 545 esnaf ziyaret kirin; daxwaz û pêşniyarên wan di cih de guhdar kirin.

Ekîbên Çareseriya di Cih de ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel de xizmetê didin, xebatên xwe li gorî têgihîştina rêveberiya gel-navend didomînin. Ekîban ji bo ku welatî rasterast bigihîjin şaredariyê û kanalên ragihandinê xurt bikin, li 4 navçeyên navendî xebateke berfireh meşandin.

Di vê çarçoveyê de, ekîban li 30 taxên navçeyên Rezan, Peyas, Yenişehir û Sûrê yek bi yek serdana kargehan kirin, bi tevahî bi 3 hezar û 545 esnafan re rû bi rû axivîn û daxwaz û pêşniyarên wan tomar kirin.

Daxwaz di cih de hatin guhdarkirin

Ekîban di dema xebatên li qadê de hewcedarî û bendewariyên esnafan guhdar kirin û li gorî daxwazên hatine ragihandin, pêvajoyên çareseriyê di cih de dan destpêkirin. Ji bo çareserkirina bilez û rasterast a pirsgirêkan, broşurên agahdarkirinê yên bi zimanên Tirkî, Kurmancî û Kirmanckî hatibûn amadekirin, li welatiyan hatin belavkirin.

Kanalên ragihandinê hatin naskirin

Ekîban bi bîr xistin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 7 roj û 24 saetan xizmetê dide; agahî dan ku welatî dikarin bi ser Navenda Bangê ya Alo 153 û xeta WhatsAppê ya bi hejmara 0412 153 00 00 bigihîjin şaredariyê.

Der barê Xeta Alo Tundî de agahdarkirin

Di çarçoveya xebatan de her wiha Xeta Alo Tundî ya 444 36 21 hat naskirin û hat destnîşankirin ku jin dikarin di her kêliya ku hewce dikin de bi ewlehî piştgiriyê bistînin.

Ekîban her wiha "Bultena Çapemeniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê" ku xizmetên şaredariyê tê de cih digirin, li esnafan belav kir.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28