Serlêdanên kursên zimên dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo dewra nû ya kursên zimên deriyên xwe vedike. Di kursên ku dê bi 5 zimanan werin dayîn de serlêdan heta 16ê sibatê berdewam dikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca piştgirîkirina pirzimanî û pirçandiyê, bernameya perwerdehiyê ya dewra nû da destpêkirin. Kursên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Çandî, Hunerî û Civakî ve tên birêvebirin, dê ji bo hemû welatiyên ser 16 saliyê re bêperve (belaş) bin.

5 ziman û astên cuda

Di dewra nû de perwerdehî di serî de bi zaravayên kurdî û zimanên herêmî tên dayîn. Bernameya kursan bi vî rengî hat dabeşkirin:

Kurmancî: Asta destpêkê, A1, A2 û B1.

Zazakî: A1, A2 û B1.

Ermenî: A1 û A2.

Suryanî: A1.

Soranî: Atolyeya asta A1.

Her wiha ligel perwerdehiya zimên, ji bo kesên ku dixwazin di kurmanciyê de pispor bibin "Atolyeya Xwendin û Nivîsandina Kurmancî" jî hat amadekirin.

Serlêdan bi rêya înternetê ne

Welatiyên ku dixwazin beşdarî kursan bibin, dikarin di navbera 7 û 16ê sibatê de bi rêya navnîşana dismek.diyarbakir.bel.tr qeydên xwe çêbikin. Perwerdehî bi tevahî bêpere ne û piştî temamkirina kursê dê bawername (sertîfîka) werin dayîn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28