Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca avakirina Pergala Birêvebirina Sifir Bermahî, xebatên cudakirina li çavkaniyê û berfirehkirina binesaziya birêvebirina bermahiyan, bi beşdariya 17 şaredariyên navçeyan civîneke kordînasyonê pêk anî.
Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermahî, ji bo belavkirina vê pergalê li seranserê bajêr û ji bo kêmkirin û veguhartina bermahiyan li gorî prensîbên aboriya çerxî xebatên xwe didomîne. Di civînê de berpirsiyariyên îdarên herêmî yên di çarçoveya giştînameyên wezaretê û Serokkomariyê de hatin nirxandin.
Xebata li Kayapinarê li hemû bajêr belav dibe
Serlêdanên hişmendiya sifir bermahî û cudakirina li çavkaniyê ku berê li navçeya Kayapinarê wekî pîlot hatibûn destpêkirin, bi biryara nû dê li hemû navçeyan werin belavkirin. Di civînê de hat biryarkirin ku şaredariyên navçeyan di avakirina binesaziyê û bilindkirina hişmendiya hawirdoreke paqij de bi hev re tevbigerin.
'Sifir Bermahî armanc dike ku çavkaniyan bi bandor bi kar bîne'
Di civînê de hat destnîşankirin ku sifir bermahî; şêweyekî birêvebirinê ye ku bikaranîna çavkaniyan bi awayekî berhemdar, rêgirtina li bermahiyan û veguhartina wan hildigire nav xwe. Hat gotin ku pêşîniya wan "rêgirtina li çêbûna bermahiyan" e.
Krîterên ji bo şaredariyan
Di civînê de krîterên ku divê şaredarî pêk bînin hatin parvekirin:
Bermahiyên wekî kaxiz, cam, metal û plastîk divê ji bermahiyên din cuda werin berhevkirin.
Li kolan û qadên giştî divê bi qasî pêdiviyê amûrên berhevkirinê û kumbareyên camê werin danîn.
Ji bo dermanên kevin, tekstîl û bermahiyên elektronîk divê pergalên cuda werin avakirin.
Divê li gorî esasên wezaretê "Navendên Danîna Bermahiyan" werin avakirin.
Berpirsiyarî hatin bibîrxistin
Hat diyarkirin ku Şaredariya Bajarê Mezin (DBB) berpirsiyar e ku kordînasyonê peyda bike û Planên Birêvebirina Bermahiyan li hev bîne. Şaredariyên navçeyan jî berpirsiyar in ku gel teşwîqî cudakirina bermahiyan bikin, binesaziyê ava bikin û daneyên mehane têkevin pergala agahdarkirinê.
Hevkariya ji bo rûnên xwarinê yên bermayî
Di civînê de hat destnîşankirin ku divê rûnên nebatî yên bermayî bi rêya fîrmayên lîsansdar werin berhevkirin û ji bo vê yekê li malan pergalên taybet werin avakirin. Nûnerên navçeyan jî xebatên xwe yên heta niha û projeyên xwe yên nû bi beşdaran re parve kirin.
Â
