DBB ji ber baranê bi awayekî demkî destwerdanê li rêyên xerabûyî dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber berfa zêde, qerax û xebatên xwêkirinê destwerdanê li rêyên ku asfalta wan xera bûye dike. Şaredariyê daxuyand ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê niha çêkirinên demkî tên kirin, lê dema hewa xweş bibe dê bi asfalta germ xebatên mayinde werin meşandin.

Li Amedê îsal berfa herî zêde ya salên dawî bariya. Ev yek bû sedem ku av bikeve bin qelşên asfaltê û bi cemidîn û helînê re binesaziya rêyan lawaz bibe. Bi taybetî li dora rûgarên kanalîzasyonê, li cihên pînekirî yên kevin û li rêyên ku emrê wan tijî bûye, çal û deqên mezin çêbûne.

Tîmên Daîreya Avakirin û Çêkirina Rêyan, li kolanên sereke û rêyên krîtîk xebatên xwe didomînin. Lê ji ber ku zemîn şil e, asfalta nû bi temamî bi ya kevin ve nagire. Ji ber vê yekê, tîm ji bo ewlehiya ajotinê niha destwerdanên demkî dikin.

‘Tîmên me destwerdanê dikin’

Serokê Daîreya Avakirin û Çêkirina Rêyan Burhan Kayan, der barê xebatan de agahî dan û wiha got: “Ji bo ku çûnûhatin nesekine û ewlehiya canî bê parastin, tîmên me bêyî navber xebatên paqijkirina berfê û xwêkirinê meşandin. Lê ji ber xwêya zêde û cemidînê, di rêyên kevin û pîneyên berê de çalên kûr çêbûn. Bi sekinîna baranê re tîmên me bi lez dest bi girtina çalan kirin. Di rojên ku hewa ne guncav de bi asfalta sar, di rojên xweş de jî bi asfalta germ a ku em bixwe hildiberînin, em xebatên pînekirinê dimeşînin.”

Çêkirina mayinde bi şertê hewayê ve girêdayî ye

Kayan destnîşan kir ku xebatên di dema baranê de tên kirin bi piranî demkî ne û wiha berdewam kir: “Ev xebat ji bo ewlehiya trafîkê ne. Xebatên mayinde dema hewa germ bibe dê bi asfalta germ werin kirin. Her wiha di sala 2026an de em ê li ser rêyên ku heta niha xizmet nedîtine xebatên asfalteke berfireh bimeşînin.”

‘Zemîna şil temenê asfaltê kêm dike’

Burhan Kayan diyar kir ku ji bo asfalta pînekirî mayinde be, divê zemîn hişk be. Kayan bal kişand ser vê yekê ku zemîna şil nahêle asfalt bi temamî bizeliqe û got: “Sedema herî mezin a ku pîneyên me nagirin, şilbûna zemîn e. Trafîka giran û barana berdewam dibe sedem ku ew çal dîsa çêbibin. Lê dîsa jî ji bo ewlehiya canî, em bi asfalta sar xebatên xwe didomînin. Çareseriya bingehîn, çêkirina bi asfalta germ e dema ku hewa guncav bibe.”

 

Image Gallery